Plakeya wesayîta ku pê endama HDP'ê revandin 'sexte' ye 2021-02-17 09:06:25 WAN - Hin kesan Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Hatîce Buşra Kûyûn a revandibûn. Kûyûn giliyê van kesan kiribû, lê derbarê van kesan de biryara neşopandinê hatibû dayîn. Kûyûnê îtiraz kiribû, lê îtiraza wê bi hinceta "plakeya navborî ne aydê tu wesayîtê ye" hat redkirin.  Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hatîce Buşra Kûyûn, di 4'ê Gulana 2020'an de li Kolana Maraşê ya Wanê kesên ku xwe wekî polîsa dabûn naskirin ew revandibûn. Kûyûnê giliyê van kesan kiribû, lê derbarê lêpirsînê de biryara neşopandinê hatibû dayîn. Piştî vê parêzerên Kûyûnê li Dadgeriya Ceza ya Sulhê îtiraz kiribû. Lê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 1'ê ya Wanê îtiraz red kir. Dadgeriyê bi hinceta ku plakeya 65 AAT 923 ney aydê tu wesayîtê ye, îtiraza Kûyûnê red kir.    MA / Dîndar Karataş