Redkarê wijdanî Bektaş: Li Tirkiyeyê şer bi mîlîtarîzmê tê kirin 2021-02-17 09:06:36 ENQERE - Redkarê wijdanî Bulent Bektaş, anî ziman ku li Tirkiyeyê mîlîtarîzmê sîrayetî perwerdehî, siyaset, çand û hemû qadan kiriye û şerê tê kirin jî bi mîlîtarîzmê tê kirin.  Li gorî daneyên Komeleya Reda Wijdanî, li Tirkiyeyê heya niha 600 kesî reda xwe ya wijdanî aşkere kiriye. Lê belê çendî ku Tirkiye endameke Konseya Ewropayê ye, dîsa jî mafê "reda wijdanî" qebûl nake.    Bulent Bektaş ku di sala 2005'an de reda xwe ya wijdanî aşkere kiriye, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ‘MIN ŞER DÎT'    Bektaş ku li Amedê zanîngeh kuta kiriye, anî ziman ku ji nêz ve bûye şahidê şer û mîlîtarîzmê. Bektaş, tiştên ku li Amedê bûye şahidên wan bi vî awayî bilêv kirin: "Li anvenda bajêr, tiştên ku li gundên hevalên min diqewimîn û tiştên ku min ji mirovan bihîstin, li wir di nav mîlîtarîzmê de bûm. Ez xwendekar bûm û ne di nav şer de bûm, lê min didît şer bandorê li mirovên sivîl dike. Ji ber vê nêrîna min a ji bo artêşê hîn bêtir diyar bû. Belkî jî min wê çaxê biryar dabû. Wê çaxê min tim digot, 'ez ê eskeriyê nekim û ez ê vê xizmetê ji dewletê re nekim.'"    ‘BIRYARA REDA WIJDANÎ'    Bektaş, behsa biryara xwe ya reda wijdanî jî kir û got: "Berî ku reda xwe ya wijdanî aşkere bikim, 5 salan 'qaçax' bûm. Lê wê çaxê pir nerihet bûm. Min nasname bi xwe re nedigerand, ji lewra ditirsiyam di GBT'ê de asê bimînim. Ev, her diçû ez aciz dikirim. Lê piştî ku min reda xwe ya wijdanî aşkere kir, helwesta 'êdî ez ev im, di GBT'ê de asê bimînim jî ez ê helwesta xwe aşkere bikim' baweriya min qewî kir. Nediyarîbûn ji holê rabû. Piştî ku min reda xwe ya wijdanî aşkere kir, aram bûm. Lê axirê dewlet te wekî qaçax dihesibîne. Cardin tu di GBT'ê de asê dimînî an jî te dibin şaxa eskeriyê. Car carinan jî li derveyî bajêr te dikin 'mêvan', li qereqolê an jî li cihekî din. Lê a din a rojê te berdidin."    ‘Ê GELEK EKS NEÇIN ESKERIYÊ'    Bektaş, anî ziman ku heger li Tirkiyeyê reda wijdanî wekî heqekê esas bê girtin wê gelek kes neçe eskeriyê û got: "Di şerên ku bi 'serbilindî' behsa wan dikin de jî piranî jê kesên qaçax û firar hebûn. Kesê baqil û kesê çena hezê pê re hebe naçe eskeriyê. Wê ev yek, paradîgmaya heyî ya Tirkiyeyê jî biguheranda. Li Tirkiyeyê bi salan e şer heye û ev şer bi mîlîtarîzmê tê kirin. Mîlîtarîzm, sîrayetî perwerdehî, siyaset, çand û hemû qadan kiriye. Li Tirkiyeyê sedema şer, binpêkirina mafên gelên kurd e."    Bektaş, destnîşan kir ku gava her kes şer red bike, dê tu dewlet nikaribe kesî bibe eskeriyê û bişîne şer.    ‘ÇEK Û ŞER NE ÇARESERÎ YE'    Bektaş, destnîşan kir ku çek û şer tu carî nabin cihê çareseriyê û got: "Şerek, hinceta wê çi dibe bila bibe, xirab e. Çekên tên şixulandin, têkiliyên tên danîn, tenê ne kesên şer dikin bandorê li hemû candaran dikin. Şerê ku niha ji ber pirsgirêka kurd tê kirin jî bi vî rengî ye. Ez kesekî pasîfîst; çalakiyên sivîl, çalakiyên bêtahde û aştiyane esas digirim. A rast wisa difikirim tekane rêya xelasiyê ya mirovahiyê bi van çalakiyan pêkan e. Lê belê divê berpirsiyariya têkoşîna siyasî ya li welêt, tenê li gelê kurd neyê barkirin. Hemû kesên ehlê mafan û azadiyan divê wekî pirgsirêka xw enêzî vê pirsgirêkê bibin. Ji lewra li ku derê cîhanê dibe bila bibe hemû windakî û destkeftiyên di warê maf û azadiyan de, windahî û destkeftiyên hemû mirovan e. Tevgera reda wijdanî bi vî awayî tevdigere."    MA / Zemo Aggoz