Parêzerên rojnamevanan: Sûc nedîtine cih dane şîroveyan 2021-02-17 09:50:08   WAN - Parêzerên 4 jê girtî 5 rojnamevanên ku ji çêkirina nûçeya herdû welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin tên darizandin diyar kirin ku delîlek şênbêr di îdianameyê de nîne û gotin: “Dîtine ku sûc nabînin bi temamî spartine şîroveyan.”    Di 11’ê îlana 2020’an de li çoltera navçeya Şaxê ya Wanê leşker derketibûn operasyonê û Osman Şiban û Servet Tûrgût binçav kiribûn. Leşkeran her du welatî ji helîkopterê avêtibû xwarê û bi giranî birîndar bûbûn. Servet Tûrgût piştî demekê jiyana xwe ji dest da û Osman Şiban jî hêj li malê tê dermankirin. Nûçegihanên ajansa me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî, rojnamevan Nazan Sala bi boneya nûçeyên îşkenceya li herdû welatiyan hatiye kirin çêkiribûn hatin girtin. Her wiha nûçegihana me Zeynep Dûrgût jî ne girtî ji heman dozê tê darizandin. Îdianameya derbarê rojnamevanan de hat amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Wanê îdianameyê qebûl kir. Di îdianameyê de tê xwestin ku rojnamevan bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” werin cezakirin.    Di îdianameyê de hevdîtinên rojnamevanan ên li gel çavkaniyên nûçeyan û nûçeyên çêkirine bûne mijara sûc. Tişta balkêş jî ew e ku “neçêkirina nûçeyên spor û magazînê” jî wek delîlbûna “fermana rêxistinê” hat hesibandin. Danişîna ewil a doza derbarê rojnamevanan de hatiye vekirin dê di 2’yê nîsanê de were lidarxistin.    Ji parêzerên rojnamevanan Ekîn Yeter û Bariş Oflas îdianameya derbarê miwekîlên wan de hatiye amadekirin nirxandin.    YETER: DELÎLÊN ŞÊMBER NÎN IN    Parêzer Ekîn Yeter bi bîr xist ku piştî demek dirêj ev îdianame hatiye amadekirin û got: “Di îdiayên arasteyî miwekîlên me kirine de tu delîlek şênber di dosyeyê de nîne. Gumana rev û reşkirina delîlan a rojnamevanan jî nîne. Girtinê veguherandine cezakirinê. Tiştek ku wê bikin sûc nîne. Hevdîtinên rojnamevanan ên li gel çavkaniyên nûçeyan, nûçeyên çêkirine û nîşeyên wan nûçeyan û nûçeyên di kompîterên wan de hatine destesrkirin wek sûc tên nirxandin. Hevdîtinên di navbera rojnamevanan de jî wek fermana rêxistinê ku daye wan hatine nîşandan.”    NÛÇEYÊN MEZOPOTAMYAYÊ PIR CÛRBICÛR IN   Yeter anî ziman ku ji ber nebûna kartê zer ê çapemeniyê rojnamevanî tê darizandin û ev yek wek delîl hatiye nîşandan. Yeter da zanîn ku çêkenekirina nûçeyên spor û magazînê jî sûc tê nîşandan û wan naveroka nûçeyên Ajansa Mezopotamya yên cûrbicûr çêkiriye pêşkêşî dosyeyê kirine. Yeter destnîşan kir ku armanca îdia û sûcdariyên li ser rojnamevanan ew e ku dengê çapemeniya azad were birîn û dengê çapemeniya muxalîf û azad dernekeve.    ‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI ROJNAMEVANAN DERKEVE’    Yeter destnîşan kir ku bi van “delîlên” bûne mijara gotinê tê xwestin bi hezaran rojnamevan bi xetereya wek “terorîst” werin nîşandan re rûbirû ne û got: “Dixwazin rêgeza ewlehiya hiqûqî û azadiya raman û îfadekirinê dem û dûz bibe. Pêwîste saziyên çapemeniyê hemû û rêxistinên civakla sivîl yên di qada mafê mirovan de xebat birêve dibin xwedî li rojnamevanan derkevin.”    OFLAS: SÛC NEDÎTİNE CIH DANE ŞÎROVEYAN    Parêzer Bariş Oflas jî destnîşan kir ku îdianame li ser îdiaya “Qada çapemeniyê ya KCK” hatiye amadekirin û wiha got: “Derbarê vê îdiayê de tu delîlek şênber ango berbiçav nîne. Di vir de jî baş xuya dike ku mafê azadiya çêkirina nûçeyan ji holê hatiye rakirin. Wê îtîraza me li dijî vê neheqiyê berdewam bike. Di îdianameyê de hatiye gotin ku rojnamevanan nûçeyên spor û magazînê çênekirine. Di îdianameyê de behsa nûçeyên ku rojnamevanan derbarê çand, jiyan, jin û nûçeyên din de çêkirine nehatiye kirin. Di îdianameyê de sûc nedîtine vê carê bi temamî cih dane şîroveyan. Pêwîste rojnamevan demildest werin berdan.”    MA / Mujdat Can