Ozbudun: Divê muxalefet li ser rêgezên hevpar deklarasyonê biweşîne 2021-02-17 10:04:55   ENQERE - Profesorê Destûra Bingehîn Ergun Ozbudun, destnîşan kir ku ji bo Destûra Bingehîn a demokratîk bê avakirin pêdivî bi hêzkirina pergala parlamenteriya demokratîk heye û wiha got: "Divê hemû hêzên muxalif li ser rêgezên hevpar deklarasyonek hevpar biweşîne."   Serokomarê AKP'î yê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan ku dema nû bû îqtîdar, ji bo guhertina Destûra Bingehîn a Demokratîk soz dabûn. Lê piştî hat ser îqtîdarê Destûra Bingehîn a sala 1982'an ku berhemê darbeya eskerî ye bêtir hişk kir û pîvanên demokrasiyê ji holê rakir. Herî dawî di hilbijartina referandûmê ya 16'ê Nîsana 2017’an de Serokomariya Tirkiyeyê mahkûmî Pergala Hikûmetê kir û Pergala Serokkomariya Partîyî xist meriyetê.  Hêzêm muxalif jî demek dirêj e bang li hikûmetê dike ku Destûra Bingehîn a Demokratîk têxe meriyetê. Lê Erdogan bi guhertinên zagonan pergala "Yek Zilamî" xist meriyetê. Têkildarî niqaşên li ser Destûra Bingehîn Profesorê Destûra Bingehîn Ergun Ozbudun, armanca îqtîdarê, helwesta hêzên muxalif û tişta divê bê kirin ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxand.    Prof. Ergûn Ozbudun, anî ziman ku li welatên cuda Destûra Bingehîn bi rebazên cuda tên avakirin û wiha got: "Avakirina Destûra Bingehîn a herî guncav tê dîtin, divê vîna hemû beşê civakê di navde bê dîtin. Divê her kes tev li pêvajoya avakirinê bibe û demokratîk be. Divê bi nûnertiya hemû hêzên demokratîk li meclîsê bê avakirin. Ya tê xwestin wisa ye. Lê di nava dem û pratîkê de gelek caran ev yek ji armanca xwe dûr dikeve."    Ergûn Ozbudun, destnîşan kir ku teqez pêdiviya Tirkiyeyê ji Destûra Bingehîn a nû hneye û wiha got: "Lê projeya ku îqtîdarê anî rojevê ji armanca xwe dûr e. Ev yek ji daxuyaniyên Bahçelî û rayedarên AKP’ê xuya dibe. Dixwazin bi vê guhertinê pergala xwe ya Serokomariya Partîyî xurt bikin. Ji ber vê yekê min ev hewldana wan cîddî negirt. Di bingeha pirsgirêkan de rêveberiya yek zilamî ya ku bi guhertinên 16'ê Nîsana 2017'an de xist meriyetê heye. Pergala Serokomariya Hikûmetê di cîhanê de mînakê wê tune ye. Hemû hêz û partiyên muxalif bê îstîsna diyar dikin ku rêya xelaskirinê; xurtkirina hêza demokrasiyê ye. Derbasbûna parlamenteriya demkoratîk a xurt e.  Niha wekîlên Îtîefaqa Cumhur 337 kes in. Ji bo guhertina Destûra Bingehîn pêdivî ji 360 wekîlan heye. Ev jî bi şertê referandumê ye. Ez vê yekê pêkan nabînim."      'WESAYET JI DESTÊ ESKERIYÊ KETIYE DESTÊ ÎQTÎDARÊ'    Ozbudun, da zanîn ku îro saziyên wesayetê ji destê eskeriyê derketiye û bi destê siyasetmedardên îqtîdarê tê girankirin û wiha got: "Tenê erka rêveberiyê neyetiye destê Serokkomar. Hevsengiya Zagonsazî û rêveberiyê jî xera kirine. Peyva Destûra Bingehîn a Sivîl li dijî Destûra Bingehîn a 1982'an hatiye gotin. Ji ber ku di vê Destûra Bingehîn de rola Konseya Ewlehiyê (MGK) û 5 generalan zêde ye. Îro ev saziyên wesayetê ketine destê îqtidarê. Heta ku hevsengî û veniherandin tune be, mirov nikare qala pergalek demokratîk bike. Hûn îqtîdarê bidin kesek mutlaq wê demê demokrasî ne pêkan e. Divê daraz serbixwe û bê alî be."    'DIVÊ KARÊ EWIL Ê MUXAÎFÊ DAWÎ LI RÊVEBERIYA YEK ZILAMÎ BÎNE'    Ozbudun, anî ziman ku divê armanca ewil a hêzên muxalif ew be ku di hilbijartinê de bi ser bikeve û piştî di hilbijartinê de bi ser ket karê ewil dawî li pergal û rêveberiya yek zilamî bîne û wiha lê zêde kir: "Divê hem hilbijartina serokomariyê û hem jî hilbijartina parlamentoyê qezenç bike. Divê hêza ji 5 paran 3 paran a meclîsê di destê xwe de bigire û ewil dawî li rêveberiya yek zilamiyê bîne. Piştî hilbijartina 2011'an Komîsyona  Lihevkirina Destûra Bingehîn ji bo Destûra Bingehîn a Demokratîk ava bikin, li meclîsê hat avakirin. Di destpêkê de bi awayekî demokratîk dest pê kir. Lê taliyê xetimî. Li ser 60 xalan li hevkirin, lê pêk nehat. Li ser meseleya çareseriya pirsgirêka Kurd û têkiliya dewlet û ol li hev nekirin. Di demokrasiyên îdeal de tê xwestin ku hemû pirsgirêkan bi lehevkirinê çareser bikin. Divê muxalefet ewil hewl bide ku di hilbijartina pêş de bi ser bikeve. Di şertê niha de, Destûra Bingehîn a hemû pirsgirêkan çareser bike zahmet xuya dike. Divê berî her tiştî xwe ji vê rejîma serdest rizgar bike."     REWŞA ÎRO PIR XERAB E   Profesor Ergûn Ozbûdun, diyar kir ku di mijara kêşeya Kurd de dikarin li ser hin daxwazan li hev bikin û wiha domand. Hemû partiyên muxalîf li ser feraseta hemwelatibûna ku di nava bawerî, ziman, zayend, nijad, çand û rengan de cudakarî tune be li hev dikin. Di daxuyaniyên serokên partiyên muşalif de ev yek xuya dibe. Hemû dixwazin erk û rayeya rêveberiya herêmî bê zêdekirin. Ji ber ku hevşaredarên bi dengê gel hatine hilbijartin ji peyvirê tên dûrxistin. Bi vê yekê Demokrasiya hemdem hatiye binpêkirin. Divê hemû hêzên muxalif li ser mijarên hevpar deklerasyonek hevpar û helwestek hevpar nîşan bidin. Divê vê yekê ji civaka Tirkiyeyê re ragihînin. Armanca îqtîdarê ewe ku hêzên muxalif perçe bike. Divê hemû partî û hêzên muxalif tu carî dest ji daxwaza parlamenteriya demokratîk bernedin. Divê nebe amûrê polîtîkayên îqtîdarê. Divê deklarasyonek hevpar bidin û pêk bînin.      MA / Berîvan Altan