Çîvîroglu: Bi hatina Biden re piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bi dawî bû 2021-02-17 12:31:03 STENBOL - Rojnameger Mûtlû Çîvîroglu, anî ziman ku piştî rêveberiya DYA ket destê Joe Biden, siyaseta li dijî Tirkiyeyê hatiye guhertin û piştgiriya siyaseta Tirkiye bi dawî bûye û wiha got: "Ji ber vê rêveberiya nû, rojên dijwar li pêş Tirkiyeyê ku li gorî ruhê muttefikiyê tev nagere ye.    46'emîn Serokê DYA'yê yê nû Jeo Bîden, di 20'ê Çileya 2021'an de bi awayekî fermî palpişta Serokê DYA yê berê Donald Trump dewir girt û dest bi kar kir. Bîden bi daxuyanî û helwestên xwe polîtîkayên li dijî Tirkiyeyê aşkere dike. Jeo Bîden, têkiliyên berê yên di navbera Serokê AKP’î û Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan û Trump de bi dawî kir û tarza xwe ya li dijî Serokomar guhert. Bîden heta niha bi serokê gelek dewletan re hevdîtin kir, lê hêj bi Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan re hevdîtin nekeriye.    Piştî Bîden hat ser kar, berdana Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selehattin Demirtaş û karsaz Osman Kavala hat rojevê. Zextên li ser xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî zêde bûn. Dîsa nameya Senetora 54'an ku ji Bîden re şandin û xwestin li hundir û derve muxalefeta Erdogan ditepisîne  bû sedema niqaşan.    Yek ji mijarên ku herî zêde Tirkiyeyê têxe zorê jî helwesta DYA ya li dijî kirîna S-400’an bû. Têkildarî geşedanên di navbera Tirkiye û DYA de Rojnameger Mutlu Çîvîroglu, pirsên Ajansa me ya Mezopotamya bersivandin.    LI ŞÛNA TÊKILIYÊN TEKAKESÎ DÊ TÊKILIYÊN SAZUBÛNÊ TÊKEVIN MERIYETÊ   Rojnameger Çîvîroglu, destnîşan kir ku piştî rêveberiya Biden hat ser kar, dê Wezareta Karên Hundir ya di serdema Trump de lawaz bû û bê erk mabû, ji nûve çalak bike û wiha got: "Dê li şûna têkiliyên di navbera Erdogan-Trump de, têkiliyên rêxistinî û sazîbûnê pêş bixin. Erdogan gelek sûd ji vê têkiliya tekakesî girt. Hemû daxwazên xwe bi Trump dida qebûlkirin. Piştî hatina Biden ev têkiliyên tekakesî bi dawî bûn. Bîden heta niha bi gelek serokan re hevdîtin kir, lê heta niha bi Erdogan re hevdîtin nekiriye. Tê xuyakirin ku Erdogan xwestiye hevdîtin bike, lê encam negirtiye. Ev rewş li Washingtonê wekî 'Biden dawî li destnedayîna Erdogan anîye' tê xwendin."    'JI BO KURDAN FIRSEND E'    Rojmager Çîvîroglu, bal kişand ser bandora Rêveberiya nû ya ji bo Kurdan û wiha axivî: "Hem Biden û hem jî rêveberiya nû ya DYA li dijî Kurdan xwîngerm e. Bîden nêzî 40 salin Senatoriyê dike. Kurdan nas dike û bi Kurdan re hevdinan dike. Herêma Federe ya Kurdistanê ziyaret kiriye. Dema Trump ji Herêma Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê xwe vekişand, Bîden bertekên hişk nîşan dabû. Bîden diyar dike ku neheqî li Kurdan hatiye kirin û dixwaze meseleya Kurdan ji însafa Tirkiyeyê re neyê hiştin. Di çapemeniya DYA de jî wekî Serokê herî zêde Kurdan nas dike tê pênasekirin. Dîsa di Wezaretên girîng de kesên Kurdan baş nas dike hene. Dema em hemû geşedanan bi hevre binirşînin, nîşan dide ku dê di heqê Kurdan de gav bên avêtin. Dema em vê yekê tînin ziman siyaseta Kurdan jî girîng e. Kurd dê siyasetek çawa bikin ew dê pêşerojê diyar bike."    KURD DÊ ÇI BIKIN   Çîvîroglu, anî ziman ku Kurd hêzek bê dewlet in û wiha berdewam kir: "DYA têkiliyên xwe bi dewletên navendî re pêş dixe. Tirkiye mutefîkê DYA ye. Divê ev yek neyê ji bîr kirin. Xwîngermiya li hemberî Kurdan û hêrsbûna DYA ya ji Erdogan, nayê wê wateyê ku DYA dê Tirkiye ji destê xwe derxe. Di pêvajoya nû û hevsengiya nû de têkiliyên HDP, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê û partiyên Kurdan dê diyarker bin. Nêzîkatiya Bîden li gorî ya Trump dê cuda be. Reveberiya nû dê bertekên hişk nîşanî geşedanên cîhanê bide. Dê siyaseta derve çalak bike. Dê Bîden girîngiyê bide siyaseta navneteweyî û piştgiriyê bide muttefikên  xwe. Ji ber vê yekê xuya ye ku dê bertekên hişk nîşanî Tirkiyeyê bide."    NAMEYA SENATORAN A JI TIRKIYEYÊ RE    Çîvrîoglu, bibîr xist ku 54 Senetorên Demokrat û Komarvan, têkildarî Tirkiyeyê name ji Bîden re şandine û wiha lê zêde kir: "Di nameyê de bertek nîşanî pêkanînên dijdemokratîk ên Tirkiyeyê da. Xwest mafên mirovan, têgehên aştiyê, derxin pêş. Dîsa xwest bi hezaran mirovên girtî bên berdan. Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdên Sûriyeyê rexne kir. Kirîna S400 yan wekî şaşiyek mezin nîşan da. Nîqaşên der barê Selahattin Demirtaş, Osman Kavala û çalakiyên Zanîngeha Bogaziçî encamê van in. Di demên pêş de demek pir zor û zahmet li pêş Tirkiyeyê ye. Bi taybetî di mijara kirîna S-400 û polîtîkayên li dijî Kurdên Sûriyeyê dê Tirkiye têkeve zorê. Ji ber ku hikûmeta niha dê siyaseta piştgiriyê nede Tirkiyeyê. DYA û NATO qebûl nake ku Tirkiye pergala S-400'an bikar bîne. Ev jî dê bibe sedem ku Tirkiye S-400 ji destê xwe derxe û bifroşe welatekî din."     BAZARA LI SER KURDAN   Çîvîroglu, anî ziman ku Tirkiye dê bixwaze ku li hemberî S-400’an DYA piştgiriya ji ser Kurdên Sûriyeyê qut bike û wiha pêde çû: "DYA dê formula qutkirina piştgiriya ji ser Kurdên Sûriye qebûl neke. Bi taybetî piştî pêvajoya Kobanê xwîngermiya DYA ya li dijî Kurdan zêde bû. Ev bû sedemek xwezayî ya Lobîya Kurdan."    Çîvîroglu, herî dawî bal kişand ser nêzîkatiya DYA ya li dijî Kurdan û wiha bi dawî kir: "Li roiava pisporên wan hene. Geşedan û rûdanên li Rojava raste rast ji hêz û nûnerên xwe yên wir digirin. Bi çavê Tirkiyeyê geşedanên li wir nanirxînin. Wekî dewletên cîhanê DYA jî Kurdan bi çavê Tirkiyeyê nabîne. Hêzên YPG, YPJ, SDG û Xweseriya li Rojava wekî talûke nabîne."    MA / Îdrîs Sayilgan