Hevserokên HDP'ê yên Êlihê hatin berdan 2021-02-17 12:50:12   ÊLIH – Hevserokên HDP'ê yên Êlihê Fatma Ablay, Omer Kulpu û hevseroka HDP'ê ya Navçeya Navendî Gurbet Dogan hatin berdan.    Polîsan di 15'ê Sibatê de bi ser avahiyên HDP'ê yên Bajar û Navçeya Navendî de girtibûn. Polîsan di serdegirtinê de Hevserokên HDP'ê yên Bajar Fatma Ablay û Omer Kulpu, Hevseroka HDP'ê ya  Navçeya Navendî Gurbet Dogan binçav kiribûn. Piştî binçavkirina 2 rojan hevserokên HDP'ê sewqî edliyê kirin. Heyeta Dadgehê ya Nobedar a Cezayê Sulhê piştî li îfadeyên wan guhdar kir. Hevserokên HDP'ê Ablay, Kulpu û Dogan bi şertên kontrola edli hatin berdan.