ESP ve SGDF: Sîxurî li endamê me tê ferzkirin 2021-02-17 13:37:53   ÎZMÎR – Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê û SGDF’ê diyar kirin ku polîsan gelek caran sîxurtiyê li endamên wan ferz kiriye û piştî pêla binçavkirinê polîs li malbatên endamên wan geriyane.    Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Bajêr a Îzmîrê û Federasyona Komeleyên Ciwanên Soyalîst (SGDF) têkildarî sîxurî û dijberiya taybet a polîsan li ser endamên xwe bi civînek çapemeniyê şermezar kirin. Herdû saziyan li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê civîn li dar xistin û gelek kes beşdar bûn.    Endama SGDF’ê Îrem Çelîkbaş destnîşan kir ku ew ji polîtîkayên sîxuriyê yên li dijî şoreşger, sosyalîst û ciwanên li dijî faşîzmê têdikoşin natirsin.    Çelîkbaş anî ziman ku piştî operasyonên binçavkirinê yên li dijî ESP û SGDF’ê polîsên TEM’ê bi xwe lig elek malbatên endamên wan geriyane û sîxurî li wan ferz kirine. Çelîkbaş destnîşan kir ku polîsan gelek caran sîxurtiyê li endamên wan ferz kiriye û hevrêyên wan jin di binçavan de bi lêgerîna tazî û îşkenceyê re rûbirÛ mane. Çelîkbaş anî ziman ku wê hewldanên krîmînalîzekirina xebatên wan encam nede û heta dawiyê dê li ber xwe bidin.