Temel sûc hesibandina nedayîna nûçeyên magazînê ji Gul pirsî 2021-02-17 13:38:23   WAN – Parlamenterê HDP’ê Tayyîp Temel, têkildarî doznameya ku derbarê 5 rojnamegerên de hatiye amadekirin ev pirs ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul kir: “Nûçe çênekirina bîyerên werzîş û magazînê li gorî kîna xalê sûc e?”   Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayyîp Temel, doznameya ku ji ber avêtina ji helîkopterê ya 2 gundiyan kiribûn nûçe derbarê nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr û Zeynep Dûrgût, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala de hatibû amadekirin, bi pêşnûmepirsekê bi rojeva meclisê. Temel, di pêşnûmepirsa xwe ya bi daxwaza bersivandina Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul da Serokatiya Meclisê de destnîşan kir ku sûcdariyên dûrî aqilan hene.   Tememl, di berdewama pêşnûmepirsa xwe de destnîşan kir ku nedayîna nûçeyên werzîş û magazînê ya MA’yê weke sûc hatiye hesibandin û rojnamegerê pê hatine sûcdarkirin.  Têkildarî vê mijarê û gelek mijarên din ên di doznameyê de ji Wezîr Gul pirsî û xwest ku têkildarî mijarê daxuyaniyek bide.