Jinan bi tilîliyan polisan şeremzar kir 2021-02-17 14:53:40   AMED – Jinên ku xwestin ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa jinên parastina rewa kirine, astengkirina polisan a li hemberî xwe şermezar kirin.    Meclisa Jinan a HDP’ê ya Amedê û endam û nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA), xwestin li Deriyê Çiyê balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa jinên parastina rewa kirine û çalakiya xeleka ji mirovana li dar bixin. Polisan beriya çalakiyê Deriyê Çiyê dorpêç kirin û jinên ku di nav wan de parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn û Dersim Dag jî hebûn kir 2 beş û dor li wan girtin. Polisan, bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr neda jin çalakiya xwe ya xeleka ji mirovan li dar bixin.    Di navbera jinan û polisan gelek nîqaş hatin kirin lê encamek jî nîqaşa wan dernekt û polisan destûr ned aku jina çalakî li dar bixin. Li ser vê yeke jin ji bo demekê li vir sekinin û bi tilîliyan astengiya polisan a li hemberî xwe şermezar kirin.