Ji Ûca ji bo îqtidarê: Hûnê têk biçin 2021-02-17 15:35:10   ÊLIH – Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca bertek nîşanî binçavkirina endam û rêveberên partiya xwe da û got wê îqtidar li ber têkoşîna HDP’ê têk biçe.    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê têkildarî binçavkirina Hevserokên xwe Fatma Ablay û Omer Kulpu, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî ya Êlihê Gurbet Dogan ên di 15’ê Sibatê de di serdegirtina avahiyên partiya xwe de hatibûn binçavkirin û îro hatin berdan, daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Bi beşdariya hevserokan û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca xwestin daxuyanî bidin lê polîsan bi biryara qedexeya dayîna daxuyaniyan heye daxuyaniyê asteng kirin.    ‘HÛNÊ TÊK BIÇIN’    Tevî vê yekê jî HDP’yî meşiyan û di meşê de Feleknas Ûca daxuyanî da û destnîşan kir ku operasyonên binçavkirin, serdegirtin û girtina endam û rêveberên wan wê negihîje armanca xwe û got: “Em ê li dijî nehiqiyê û bêhiqûqiyê tu carî paş ve gav neavêjin. Bila viya baş dizanibin. Hevalên me di encama îhbarê de hatine binçavkirin û bi ser avahiya me de girtin. Avahiya HDP’ê ne ew avahiya hûn li gorî kêfa xwe bi ser de bigirin. Helbet hûnê li pêşberî hiqûqê hesab bidin. HDP li dijî zext û zilma we seknek bi rûmet nîşan dide. AKP-MHP wê li ber têkoşîna partiya me têk biçe. Êriş û biryarên we yên faşîzane wê nikaribin pêşî li meşa me bigirin. Berevajî zextên we dê têkoşîna me bi ser bikeve. Em natirsin. Lê tirsa we pir mezin e. Hûnê têk biçin.”    Piştî axaftina Ûca HDP’yî bi lêdana çepikan û lîlandinê belav bûn.