Sancar: Em îtîfaqa edaletê ya li dijî zilmê ava bikin 2021-02-17 15:35:37   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, sazî û rêxistinên elewî ziyaret kir û got: "Di vê demê de pêwiste em îtîfaqa edaletê ya li dijî polîtîkayên şer aştî, li dijî zilmê, heqîqetê û demokrasiyê ava bikin."    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîsthat Sancar û heyeta pêre, di çarçoveya kampanya “Di destpêkê de edalet" de, li Navenda Komeleyên Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD), rêxistinên elewiyan nas kir.  Serokê Giştî yê PSKD'ê Ganî Kaplan, Serokê Giştî yê HBVAKV'ê Ercan Geçmez û Cîgirê Serokê Giştî yê ABF'ê Muslüm Metin heyeta HDP'ê pêşwazî kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar, diyar kir ku di çarçoveya kampanya "Di destpêkê de edalet" de armanc dikin ku hemû kesên ku bi bêedaletiyêre rû bi rû dimînin, li hev kom bikin li dijî bê edaletiyê bi hevre têbikoşin. Sancar, da zanîn ku tenê dikarin bi hevkarî û yekîtiyê bêedaletiyê ji holê rakin û wiha got: "Bêedaletî pirsgirêka herî esasî ya li dijî civakê ye. Ji ber ku hemû beşên civakê eleqeder dike. Sedema esasî cudakarî ye. Divê em hemû li dijî cudakariyê têbikoşin. Divê ev rêgeza me ya hevpar û sereke be. Yek ji civakê herî zêde bi bêedaletiyê re rû bi rû dimîne Elewî û Kurd in. Divê Kurd û elewî bi hevre têbişokin. Mal û xaniyên elewiyan nîşan dikin û wekî tişkekî normal dibînin. Eger komek mirov dixwazin bibin civak divê berî her tiştî divê pirhêla xwe biparêze."    'DI ŞEXSÊ ME DE WELAT KIRINE ARMANC'    Sancar, destnîşan kir ku di demên dawî de êrîşên li dijî HDP'ê zêde kirine û wiha got: "Di şexsê HDP'ê de welat kirine armanc. Li dijî gelê Kurd êrîşên kîn û nifrînê pêş dixin. Dixwazin pir dengî û pir rengiyê tune bikin. Dixwazin bi vî şiklî rêveberiya xwe ya otoriter pêş bixin. Li dijî vê yekê têkoşîna hevpar pir girîng e. Em wekî HDP'ê têkoşîna xwe berdewam dikin. Ne li gorî rêgez û pîvanên me ne ku em jî wekî wan bersîv bidin. Divê em li dijî vê yekê têkoşîna hevpar, aştiyane pêş bixin. Divê em li dijî zilmê têkoşîn û tîfaqa edaletê, li dijî şer aştiyê pêş bixin. Em bi hevre têbikoşin em dikarin bi ser bikevin. Her ku winda dikin har dibin. Reng, nasname û baweriyên cuda nas nakin."    LI ŞÛNA NAS BIKE ÎNKAR DIKE'   Li welatê demokratîk erka îqtîdarê ewe ku nasname û baweriyên cuda nas bike. Divê mafê wan mîsoger bike. Divê bi awayekî wekhev hemû mafan bizagonan mîsoger bike. Lê îqtîdar li şûna nas bike înkar dike. Îqtîdar li gorî xwe der barê elewiyan de biryarê dide. Li gorî îqtîdara xwe ya faşîst nûnertiyê dike. Ji ber vê yekê divê em reng, bawerî û nasnameyên hev yên cuda nas bikin û hembêz bikin. Em hev nas bikin û qebûl bikin em ê karibin liser esasê wekheviyê welatekî azad ava bikin. Li dijî van politikayên ku welat dixe nava xizanî û qeyranê divê em îtifaqa demokratîk pêş bixin. Divê li dijî polîtîkaya şer em di şer de israr bikin. Li dijî derewan divê em heqîqetê pêş bixin. Li dijî zilmê divê em edaletê pêş bixin."    Serokê Giştî yê HBVAKV'ê Ercan Geçmez, jî sersaxî ji malbatên esker û polîsan re xwest û got: "Piştî 13 welatiyên me hatin kuştin zimanê nifrînê bêtir pêş xistin. Em tev li gotinên Birêz Sancar dibin. Bi salan em têkoşîna aştî û pir rengiyê didin. Me tu carî dest ji têkoşîna pir rengî û pir dengiyê berneda. Em alîgirin ku Karê Diyanetê bi dawî bibe. Em li dijî butçeya wê ne. Butçeya wê ji ya 7  wezaretan zêdetir e. Zarokên elewî îro li dibistanan bi tundiyê re rû bi rû ne. Dersên olî yên bijarte îxaneta li welat e."    Sekreterê Giştî yê ABF'ê Ali Aktaş, jî anî ziman ku li vî welatî herî zêde Kurd û elewî bi komkujiyê re rû bi rû mane û got: "Mixabin her dem Kurd û elewî kirin Tirk."     Serokê Giştî yê PSAKD'ê Gani Kaplan, jî anî ziman ku ew tev li kampanya "Di destpêkê de edalet" dibin û got: "Divê her kes ji bo vê kampanyayê xebatê bike. Divê hemû ciwanên Elewî û Kurd ji bo edaletê têbikoşin."