Ji bo Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniya hevpar dan 2021-02-17 16:12:05   MÊRDÎN – Bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimane Zikmakî gelek saziyan bi daxuyaniyeke nivîskî daxwaz kir ku ji bo ji holê rakirina astengiyên li pêşiya perwerdeya zikmakî têkoşîn bê dayîn.    Komeleya Niviskarên Mezopotamyayê, KURD-PEN, Komeleya Wejekarên Kurd û Komeleya Birca Belek, bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimane Zikmakî daxuyaniyeke niviskî dan. Saziyan, bal kişandin ser zext û zordariyên zimanê kurdî û daxwaz kirin ku ji bo ji holê rakirina astengiyên li pêşiya perwerdeya zikmakî têkoşîn bê dayîn.    ZEXTÊN QEYÛMAN ÊN LIS ER KURDÎ   Di daxuyaniyê qala zextên li ser zimanê kurdî hatin kirin û têkildarî mijarê ev tişt hat gotin: “ “Qeyûman li piraniya şaredariyên ku ji destê şaredarên hilbijartî girtine malper, tabela û gelek tiştên din ên têkildarî  zimanê kurdî rakirine û ji kurdî re xweşbîniyê nişan nadin. Nîşaneya şaristaniyê ew e ku demokrasî, mafê mirovan û wekhevî mafekî bingehîn e û jiyan rengorengo û civak hemû pirçand û pirzman in. Ku zimanek winda dibe gelek ji holê radibe, rengê jiyanê şewqa xwe winda dike. Divê jiyan bi hemû reng û dengê xwe pîroz bê dîtin û parastin ku mirov bextewar bijîn. Jixwe tunedîtin û tunehesibandin zordarî û tundiya herî mezin e, pêkutî ye. Ev nayê qebûlkirin, tu wijdan vê qebûl nake.”   ZIMANÊ ZIKMAKÎ   Di berdewamiya daxuyaniyê de jî têkildarî perwerdeya bi zimanê zikmakî ev nirxandin hat kirin: “Zimanê zikmakî, zimanê dayikê, dengê herî şêrîn û qada mafê mirovan, qada çandî, qada mafê zarokan û wekeheviyê ye, mafekî herî însanî û jiyanî ye ku bi hebûnê re tê, nayê înkarkirin, tune nayê dîtin. Pêşîlêgirtina ziman, derûniya mirovan xira dike, dike ku xwe kêmî mirovan hîs bikin, tim û tim xwe kêm bibînin. Dîsa perwerdehiya bi zimanê zikmakî ango zimanê dayikê mafê zarokan ê herî bingehîne, nebûna vê divê wek pirsgirêka wekheviyê bê dîtin. Ziman gerdûna mirov e ku hest û ramanên xwe pê tînin ziman.”    Di dawiya daxuyaniyê de ev daxwaz hatin kirin:    “Em perwerdehiya bi zimanê kurdî dixwazin.  Divê astengiyên li pêşiya zimanên kêmar rabin.  Divê statûyek Kurdî hebe û kurdî bibe zimanê fermî.  Divê zimanê kurdî bi zagon û destura bingehîn bê parastin. Divê dewlet tu zimanan ji bo hebûna xwe xeter nebine û jê netirse.”   Saziyên navborî dê di 19’ê mehê de li Amedê bên gel hev û têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniyek hev par bidin.