Li Şirnexê 25 kes hatin berdan 2021-02-17 20:20:50     ŞIRNEX - Ji 34 kesên ku li Şirnex û navçeyên wê hatibûn binçavkirin 25 kes hatin berdan.   Di 15’ê Sibatê de polîsan li navenda Şirnex û navçeyên Cizîr, Sîlopî, Hezex û Qilêbanê bi ser malan de girtibûn û endam û rêveberên HDP'ê jî di nav de bi giştî 34 kes binçav kiribûn.    Rêvebeirê HDP'ê Agît Yîgît û endamê Meclîsa Şaredariya Şirnexê yê berê Nezîr Ayan jî di nav de 7 kes sewqî dozgeriyê  kes bihatin kirin û dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kirin. Dadgehê her 7 kes bi şertê kontrolkirina edlî berdan. Her wiha Serhat Eksen, Fatma Acet, Mahsun Kuramî, Ömer Karavîş, Ferîde Karakoyun, Serhat Catuk, Abdullah Yaman, Hakan Pumay, Firat Akyol, Nîhat Kucuk, Salîh Savur, Ridvan Bayar, Cebar Edîz û 5 kesên ku navên wan nehatin zanîn piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan.   Endamê HDP'ê Mustafa Dal û welatiyê bi navê H.A. jî bi îddaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û ew şandin girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.   Her wiha di 15'ê Sibatê de li Kolana Îdîlê ya navçeya Cizîrê di hundirê qereqoleke polîsan de têqînek çêbûbû û 7 kes hatibûn binçavkirin. Hat hîn bûn ku wê sibê 7 kesên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin.    Ji xeynî vê li Mêrdîn û navçeyên wê jî 21 kes hatibûn binçavkirin û hîn jî li midûriyeta polîsan e.