'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî' 2021-02-18 09:16:43 AMED - Hevseroka Şaxa 1'emîn a Egîtîm Senê ya Amedê Emîne Akşahîn, têkeildarî polîtîkayên asîmlasyonê, destnîşan kir ku zextên li ser zimanê zikmakî zirarê dide yekpareyiya hişî û hisî ya mirov.  21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê nêz dibe. Lê li Tirkiyeyê hîn jî ji ber polîtîkayên cihêkar û asîmlasiyonê zext û zoriyên li ser kurdî didomin. Hevseroka Şaxa 1'emîn a Egitim Senê ya Amedê Emîne Akşahîn bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û zextên sîstematîk ên li ser Kurdî.    ‘ZIMANÊ ZIKMAKÎ MAFÊ HER KESÎ YE'    Akşahîn got "Ziman, ji ragihandinê wêdetir e" û destnîşan kir ku qedexekirina zimanê zikmakî, zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî ya mirov. Akşahîn wiha got: "Zimanê zikmakî mafê her kesî ye. Gava zarok bi zimanê xwe perwerde bibin, di warê pedagojîk de jî pir pêş dikevin. Ev bi awayekî zanistî hatiye pesendkirin."    Akşahîn, bibîr xist ku li Tirkiyeyê bi milyonan zarokên ku zimanê wan ê zikmakî ne tirkî ye, daxilî nav mufredata tirkî hatine kirin û ev zarok ji wkeheviya perwerdehiyê bêpar tên hiştin. Akşahîn anî ziman ku li herêmê zarok bi zimanê zikmakî nayê perwerdekirin û wiha axivî: "Li herêma me piraniya zarokan bi zimanê xwe yê zikmakî nayên perwerdekirin. Zarok, divê mufredatê bi zimanê xwe yê zikmakî hîn bibe. Ji lewra hevsalên wan dersên matematîk, tirkî, zanyariya jiyanê hwdç dibînin, lê belê li herêmê zarok hîn nû nû hînî axaftin û nivîsandina bi tirkî dibin. Lewma tim paşmayî ne. Feraseta yekçand, yekziman û yeknasname, astengiyeke mezin e li ber pêşketina civakê û kesan."    ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ    Akşahîn, destnîşan kir ku sendîkaya wan ji xeynî zimanê fermî dixwaze hemû zian bibin zimanê perwerdehiyê û divê zimanek tenê li zarokan neyê ferzkirin.