2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan 2021-02-18 09:51:50 MÊRDÎN - Li Stewrê 2 cerdevanên ku jinekê tacîz kiribûn piştî îfadeyên wan hatin wergirtin, sîlehên wan hatin desteserkirin û hatin berdan.  Li gundek girêdayî navçeya Stewra Mêrdînê di rojên derbasbûyî de H.B. û R.Ç. yên cerdevan bi hêceta jinek tacîz kirine hatibûn binçavkirin. Li ser gilîkirina vê jinê herdû cerdevan hatibûn binçavkirin. Piştî îfade dan cendirmeyan bi fermana dozgeriyê serbest hatin berdan. Hat zanîn derbarê herdû cerdevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û dest danîne ser sîlehên wan.