13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan 2021-02-18 09:52:02 AYDIN - 13 jinên di navde endam û rêveberên HDP'ê yên Aydinê jî hebûn û hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Li Aydinê di 14'ê Sibatê de endam û rêveberên Pardiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di navde 13 jin hatibûn binçavkirin. 6 jinan piştî li Miduriyeta Polîsan a Aydinê îfade dan hatin berdan. 7 jin jî piştî li Edliyê îfade dan hatin berdan. Dozger 7 jin bi daxwaza berdana kontrola edlî sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî bi şertê qedexeya derketina dervê welat û kontrola edlî 7 jin serbest berdan.    Jinên hatin berdan wiha ne. "Endama Meclîsa HDP'ê Ayfer Demîrer, Hevseroka HDP'ê ya Aydinê Aysel Bahtiyar Unsel, Hevseroka HDP'ê ya Dîdîmê Mehtap Bozkurt, Hevseroka Soke Sadegal Akalsn, Rêvebera Bajar Neslihan Arviş, Saadet Açik, Azize Ergun, Nazli Boza û Soylemez Akalin.