Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2021-02-18 12:19:14   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.      Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di hucreyêde tê girtin. Parêzerên Ocalan Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dinç, bi armanca bi muvekkillen xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê der barê Ocalan de bi hinceta di sala 2009'an de parastin û Nexşerê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, di 23'ê Îlona 2020'an de 6 meh cezayê ziyareta parêzeran li Ocalan birîbû.