Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin 2021-02-18 13:46:58   ÊLIH - Dadgeha Îstînafê cezayê li derhênerê belgefîlma Nû Jîn Veysî Altay hatibû birîn xera kir. Piştî xerakirina ceza, danişîna dozê ji nûve hat lidarxistin.    Derhêner-rojnamevan Veysî Altay li Kobanê belgefîlma Nû Jîn a behsa berxwedana jinan dikir çêkiribû. Ev belgefîlm di cotmeha 2015’an de li Sînemeya Yilmaz Guney a Şaredariya Êlihê hatibû pêşandan. Bi îdiaya belgefîlm “propaganda rêxistinê kiriye” doz li derhêner Veysî Altay û Midurê Sînemayê Dîcle Anter hatibû vekirin. Dadgeha Êlihê cezayê zîndanê li Altay birîbû. Dadgeha Îstînafê cezayê hatibû birîn xera kir. Piştî vê biryara xerakirinê danişîna dozê dîsa li Edliyeya Êlihê hat lidarxistin.    Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran 2’yemîn a Êlihê hat lidarxistin û Altay ji Edliyeya Çaglayana Stenbolê bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û parêzerê wî Mehemt Bağatir jî li eywana danişînê amade bû.    Piştî tespîta nasnameyê parêzer Bagatir parastina miwekîlê xwe kir û xwest qedexeya derketina derveyî welat a li ser miwekîlê wî heye were rakirin.    Şandeya dadgehê vê daxwazê red kir û bi boneya kêmasiyên di dosyeyê de werin temamkirin danişînê taloqî 3’ê hezîranê kir.