DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî 2021-02-18 14:48:49 RIHA - Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG)'ê li gel malbat û nûnerên rexistinên civakî Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç yê 28 sal berê ji aliyê faîlên nediyar ve hat kuştin, li ser gora wî bibîr anî.  Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê û rojnameger Kemal Kiliç, 28 sal berê îro dema diçû malê ji aliyê kesên çekdar ên nediyar ve hat kuştin. Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG)'ê li gel malbat û nûnerên rexistinên civakî Kemal Kiliç li ser gora wî ya li taxa Abdurrahman Dede ya Navçeya Eyubiyeyê bibir anîn. Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, malbata Kiliç, hempîşeyên Kiliç, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu û rêveberên HDP'ê tev li bîranînê bûn.    Ewil parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu, anî ziman ku Kemal Kiliç li Rihayê bû sembol û wiha got: "Di salên 90'î de bi kuştinê polîtika dimeşandin. Niha jî bi rêbaz û polîtîkayên girtin û cezakirinê heman ferasetê berdewam dikin.  Lê em ê têkoşîna wan berdewam bikin."     Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, jî anî ziman ku ew soz didin Kemal Kiliç ku dê pênûsa wî li erdê nehêlin û wiha got: "Kemal ne yê ewil e, ne jî yê dawî ye. Têkoşîn didome. Li ser vê axê zilm, zext û tundî bi her awayî didomin. Heta ev zilm heme têkoşîna me jî dê bidome."    Piştî rojnameger û rêveberan qurnefîl danîn ser gorî dawî li bernameya bîranînê anin.