Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e 2021-02-18 15:54:42 STENBOL – Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê têkildarî tecrîda li Îmraliyê û çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê biryara hin rêzeçalakiyan girtin. Dayikan got pêkanîna aştî bi rakirina tecrîdê mimkin e.     Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi armanca balê bikişînin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan dane destpêkirin civiyan. Civîn li eywana konferansê ya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bagcilara Stenbolê pêk hat û pankarta “Em ji komplaya navdewletî re dibêjin na” daliqandin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û xizmên girtiyan jî beşdarî civînê bûn.    Hevseroka Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY DER) Esîn Çelîk bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan û got: “Em cangoriyên di greva birçîbûna 2018-2019’an bibîr tînin. Li girtîgehan her roja ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Bi yasaya înfazê ya nû re poşmaniyê li girtiyan ferz dikin. Girtiyên nexweş nayên berdan.”    'DAYIL ALÎGIRÊ AŞTIYÊ NE’    Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Guler Bûgdayci jî destnîşan kir ku hatina ba hev a dayikan gelek girîng e û got: “Em aştiyê diparêz in. Me pêvajoyên dijwar derbas kirin û hêj pêvajoyên dijwar li pêşiya me ne. Em hemû bedelên mezin didin. Niha ev îqtidar çav berdaye hemû destkeftiyên gelê kurd. Me wek dayikan tu demê negot ‘tolhildan.’ Bila her kes baş dizanibe dayik her tim li cem atiyê cih girtin û wê her cih bigirin jî.”    ‘HÊSIRÊN ÇAVAN YEK IN’    Guler anî ziman ku ew ji ber operasyona li Garê pêk hat gelek xemgîn in û got: “Zarokên kurd û tirkan bi zanebûn tên kuştin. Em ji dayikên tirk jî fêm dikin. Hêsirên çavê dayikan yek in. Em siyasetê nakin. Em ji bo aştiyek bi rûmet û mayînde têdikoşin. Em ê ji bo çi bikin nîqaşan bikin.”    BANG LI DAYIKÊN PÊŞBERÎ HDP’Ê KIR    Berdevka Dayikên Aştiyê Behiya Gokgoz jî bal kişand ser gotinên şer ê Serokkomar Erdogan û wiha got: “Em ji bo wan leşekran çûn Neteweyên Yekbûyî. Em bi saetan rûniştin û me xwest şer were qedandin. Ji me re gotin biçin çi ji destê me were em ê bikin. Nexwê armanca wan ne dawîanîna vî şerê qirêj bû. Dinyayê çavê xwe ji me re girtiye. Çareserî em in. Bila ew dayikên li pêşberî avahiya HDP’ê rûniştine werin cem me û li gel me têbikoşin. Pergal wan li dijî têkoşîna aştiyê ya dayikan bikar tîne. Zimanê tê bikaranîn ne zimanê aştiyê ye. Bi wî zimanî aştî nayê. Bi hêrs û tolhildanê tu iştek nayê. Bila dayikên li pêşberî HDP’ê rabin em dizanin em ê biçin ku. Bila werin em bi hev re biçin Neteweyên Yekbûyî.”    Gokgaz bal kişand tecrîda li ser Ocalan jî û got heke tecrîd were rakirin dê aştî jî were.    ‘HÊZA ÇARESERIYÊ OCALAN E’    Pişt re dayikên beşdarî civînê bûn axivîn û ji bo têkoşînek divê çawa were birêvebirin pêniyazên xwe kirin û ew wek hêza çareseriyê Ocalan dibînin û divê li dijî tecrîda li ser wî li qadan têkoşîn were dayîn. Dayikan got li gel zextan jî divê têkoşîna aştiyê were mezinkirin.    Pişt re pêşniyaz hatin nirxandin û biryara di rojên pêşiya me de wê dayik wek şandeyekê bi nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnasan re hevdîtinan bikin û hevdîtinên dîplomasiyê jî werin kirin. Dayikan got ew ê di rojên pêş de dest bi hevdîtina bikin.    Civîn bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.