Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin 2021-02-18 17:09:57   MÊRDÎN – Hevserokê Rêxistina HDP’a Kerboranê yê berê Mehmet Selîm Kiliç hat girtin.    Li Mêrdînê û navçeyên wê di 15’ê sibatê de di serdegirtinên malan de 28 kes hatibûn binçavkirin. 26 kes li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê hatin berdan û 2 kes jî derxistin edliyê.    Kesek navê wî nehat hîn bûn ji aliyê dadger ve hat berdan û Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Kerborana Mêrdînê yê berê Mehmet Selîm Kiliç jî bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin.