Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye 2021-02-19 09:18:22 ŞIRNEX - Li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê girtiyê bi navê Naîf Îşçî 11 sal in platîna di lingê wî de nayê derxistin û ji ber wê jî yek lingê Îşçî dirêj dibe û yek jî kurt dimîne. Dayîka Îşçî, Nebahat Îşçî bo kurê xwe got: "Divê platîn li tavilê were derxistin û kurê min û girtiyên nexweş werin dermankirin."  Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê tecrîda li ser girtiyan her ku diçe zêdetir dibe û girtî ji gelek mafên xwe bêpar tên hiştin. Di vê pêvajoyê dawî de, 21 girtiyan ji ber nexweşên cuda jiyana xwe ji dest dan û gelek girtiyên siyasî jî sirgûnî bajarên dûrî malbatan kirin. Gelek girtiyên nexweş jî di şert û mercên girtîgehê yên herî giran de rûbirû dimînin. Yek ji van girtiyên nexweş jî Naîf Îşçî yê 25 salî ye. Îşçi yê ku di sala 2010'an de, di temenê xwe yê 14 salî de  bi îdiaya "Endamê rêxistinê û li ser navê rêxistinê çalakî pêk anîne" tê girtin û 24  sal cezayê girtîgehê lê tê birîn.    Îşçî, piştî ku tê girtin wî dişînin girtîgeha Sêrtê. Piştî ku 6 salan li wir dimîne jî dişînin Girtîgeha Tîpa Bandirmaya Balikkesîrê ya Tîpa T. Ev 5 sal in li Girtîgeha Balikesîrê tê girtin. Ji ber ku 11 sal in platîna ku di lingê wî de nayê derxistin, lingek wî kurt dimîne û yek jî dirêj dibe. Dayîka Îşçî, Nebahat Îşçî têkîldarî rewşa kurê xwe axivî.    LINGEK KIN DIBE YEK DIRÊJ DIMÎNE    Nebahat Îşçî anî ziman ku rewşa kurê wê her ku diçe ber bi xeteriyê ve diçe û lingê kurê wê her ku diçe zirav û kurt dibe û wiha axivî: "Kurê min ev 11 sal in di girtîgehê de ye. Dema ku nû hat girtin birin girtîgeha Sêrtê. Di girtîgeha Sêrtê de 6 salan ma. Pişt re sirgûnî girtîgeha Bandirmayê kirin. Kurê min di 14 saliya xwe de hat girtin. Dema ku hîn nehatibû girtin kurê min qeza derbas kir û ji lingê xwe seqet bûbû. Di lingê wî de platîn heye. Ji xwe piştî qezayê hat girtin. Ji wê demê heta niha platîna ku di lingê kurê min de nehatiye guhertin. Ev 11 sal in heman platîn di lingê wî de ye. Dema ku ew qeza derbas kir, bijîşkan gotibû divê ev platîn tenê 6 mehan di lingê wî de bimîne, heger zêde bimîne wê zirar bide. Li gel vê hişyariyê jî platîn nayê derxistin. Di hevdîtina li ser telefonê ya herî dawî de ji min re got, ez zehmetiyê dikêşim. Ev çend sal in ne dibim nexweşxaneyê û ne jî derman dikin. Kurê min sax bû. Lê piştî ku kete girtîgehê nexweşî li wî peyda bûn. Ji ber xwarina nebaş, ava qirêj kurê min nexweş ket."   '7 SAL IN NEÇÛME HEVDÎTINA KURÊ XWE'    Îşçî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku divê rayedar dawî li vê zilmê bînin û wiha domand: "Ji ber ku Bandirma gelek dûr e ez nikarim biçim hevdîtinan. Ev 7 sal e ez neçûme hevdîtina kurê xwe. Dema ku ez çûm jî ji min re gotin GBT'ya te ne paqije wê hevdîtin çênebe. Wê rojê jî min tenê rûyê kurê xwe dît. Min hembêz nekir û min nezanî ku bejna wî çiqas bilind bûye, mezin bûye, rengê wî  çawa bûye. Min got, ez ewqas rê hatime, çi sucê min heye ku hûn kurê min nîşanî min nadin? Lê nehiştin ku ez kurê xwe hembêz bikim. Min wî di hevdîtina girtî de dît. Di qawişa ku kurê min tê de 16 kes dimînin. Hejmara wan gelek e û zehmetiyê dikêşin. Niha ne tenê kurê min niha li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Niha li dijî van pêkanînan girtî di greva birçîbûnê de ne. Pêwîste daxwazên wan bên qebûlkirin. Em dixwazin girtiyên nexweş bên derman kirin. Divê ew platîn bê derxistin û kurê min bê derman kirin. Ev mafê wî yê herî sereke ye. Ji ber vê yekê kurê min seqet bû. Kurê min bêsuc bû."    'EM DEST BIDIN HEV'   Îşçî bang li hemû malbatên girtiyan kir ku li dijî zilmê bêdeng nemînin û got: "Di girtîgehan de îşkence heye. Heger em malbat bibin yek em dikarin vê îşkenceyê bi dawî bikin. Çima îşkenceyê li zarokên me dikin? Bila malbatên girtiyan bên em destê xwe bidin hev û ji zarokên xwe re bibin deng. Niha ne şeva me şev e, ne jî roja me roj e. Em nikarin xwarinê bixwin. Ji ber ku zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Ji destekî deng nayê. Pêwîst em hemû deng derxin. Divê em bêdeng nemînin."    MA / Zeynep Dûrgût