SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin 2021-02-19 09:20:59 STENBOL - Hevserokê Şaxa SES'ê ya Şîşliyê Abûzer Aslan, bal kişand ser rewşa girtî û girtîgehan û got: "Em SES, dibêjin gere hesasiyetek ji bo mafê jiyanê hebe."  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 85'an de ne. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a  Şîşlîya Stenbolê Abûzer Aslan, bang kir ku her kes xwedî li çalakiya girtiyan derkeve.    Aslan, anî ziman ku divê neyê jibîrkirin ku çalakî di dema pandemiyê de tê kirin û xetereyên wê pir in. Aslan got: "Girtîgeh, deverên herî bi xetere ne." Aslan, destnîşan kir ku ew SES mafê jiyanê esas digirin û got: "Em dibêjin, gere hesasiyetek ji bo mafê jiyanê hebe. Lewma divê vîtamîna B-1 bê dayîn. Di vî warî de hesasiyeteke zêde divê."    TECRÎDÊ SÎRAYETÎ HEMÛ QADAN KIRIYE    Aslan, destnîşan kir ku daxwaza çalakiyê ji bo rakirina tecrîdê ye û tecrîd niha li seranserê welêt belav bûye. Aslan got: "Ma îro kî dikare bibêje ku Zanîngeha Bogazîçiyê nayê tecrîdkirin? Nahêlin xwendekar li ber deriyê kampusê jî daxuyaniyê bidin. Li Wanê bi salan e lidarxistina çalakiyan didome. Kesên ku nahêlin xebatkarên tenduristiyê jî daxuyaniyê bidin, kî çi zane bê li girtîgehan çi dikin. Qadên me yên jiyanê tên tecrîdkirin."    DAXWAZA ÇALAKIYÊ JI BO TENDURISTIYA CIVAKÊ YE   Aslan, anî ziman ku divê çalakiya girtiyan wekî çalakiya ji bo tenduristiya civakê bê dîtin û got: "Çalakiyeke ku hemû daxwazên civakê di xwe de dihewîne. Em rêxistinên civaka sivîl ji ber ku deng dernaxin û berpirsiyariyên xwe bi cih naynin, girtî careke din ketin greva birçîbûnê. Divê mirov di vê çarçoveyê de xwedî li çalakiyê derkeve."    DIVÊ DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN    Aslan, anî ziman ku berî ku tarvameyeke civakî rû bide, divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û got: "Rayedarên îqtidarê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê divê li gor Danezana Maltayê tevbigerin. Serketina çalakiya greva birçîbûnê, dê serketina hemû civakê be. Lewma divê civak ji bo daxwazên xwe xwedî li cê çalakiyê derkeve. Berî ku texrîbatên mezin rû bidin, demildest divê tiştek bê kirin. Ji bo vê ez bang li hemû saziyan û rayedarên dewletê dikim."    MA / Nacî Kaya