Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e 2021-02-19 09:23:04   WAN - Parlementerê HDP'ê Mûrat Sarisac ku berê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, diyar kir ku çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e. Sarisaç, bang li kesên edaletxwaz û aştîxwaz kir ku li dijî tecrîdê rabin.    Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Mijdara 2020'an ve didomin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Mûrat Sarisac ku di dema çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018'an de li dijî tecrîda li ser Ocalan ketibû greva birçîbûnê, tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê yên niha nirxandin.    Sarisaç, anî ziman ku her civak xwedî hin nirxa ye û dev ji van nirxên xwe bernade. Sarisaç, bilêv kir ku Ocalan jî nirxekî gelê kurd e û got: "Rêberek e ku gelê kurd wî wekî 'Rêberê Gel' bi nav dike. Tecrîdkirina wî, di asasê xwe de tecrîdkirina kurda ye. Gelê kurd, baş dizane ku nêrîn û helwesta dewletê ya ji bo Birêz Ocalan, ji bo wan e jî. Ji ber ku tecrîd li Tirkiye û Rojhilata Navîn belav bûye, li girtîgehan bi hezaran kes cardin dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirine."    HELWESTEKE BÊHIQÛQΠ   Sarisaç, bibîr xist ku ew bixwe jî di sala 2018'an de li dijî tecrîdê ektiye greva birçîbûnê û çalakiya wan a wê çaxê, çalakiyeke bêdem û bêdorveger bûye û paşê veguheriye rojiya mirinê. Sarisaç got: "Heger niha jî polîtîkayên nehesibandinê yên AKP'ê bidomin, dê ev çalakî veguhere rojiya mirinê. Lewma berî ku rewş xirabtir bibe demildest divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê divê dev ji vê helwesta xwe berde ku dijî rêgezên hiqûqa gerdûnî ye."    ÇAVKANIYA BÊEDALETIYÊ: TECRÎD    Sarisaç, destnîşan kir ku li her derî bêedaletî gur bûye û sedemeke vê jî tecrîdkirina Ocalan e. Sarisaç, bilêv kir ku tecrîd bandorê li hemû civakê dke û got: "Em di pergaleke werê de dijîn ku êdî 3 kes nikarin bên cem hev du. AKP, ji xeynî fikira xwe, tu çalakiyan qebûl nake. Rojnamevanên ne bi dilê AKP'ê ne rojnamevan in, xwendekarên ne bi dilê AKP'ê ne xwendevan in. Mirov deiçin pêşiya Erdogan û dibêjin, 'ez birçî me.' Dê û bav radibin zarokên xwe teslîmî cîranên xwe dikin û xwe dikujin. Pergala ku afirandine ev e. Sedema vê pergalê tecrîd e, tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan e."    'GER TECRÎD RABE EM Ê KARIBIN BEHSA AŞTIYÊ BIKIN'   Sarisaç, anî ziman ku gava hevdîtin bi Ocalan re dihatin kirin, hêviyek li civakê peyda bûbû û got: "Li welêt cara ewil bû ku şer rawestiya bû. Rewşa aborî baş bûbû. Hêviya mirovan hebû, ji pêşerojê. Lê ji roja ku tecrîd dest pê kiriye mirov ji xeynî mirinê û qedexeyan tiştek nebihîstiye. Heger niha cardin jî tecrîd rabe, em ê karibin derbarê demokrasî, aştî û pêşeroja welêt de biaxifin. Lewma em li ber tecrîdê radibin. Em bilêv dikin û dibêjin, tecrîd pirsgirêkeke mirovahiyê ye."    AQILÊ ŞERÎ   Sarisaç, anî ziman ku rabûne li ber tecrîdê tê wateya xwedîderketina li hiqûq û mafên gerdûnî û got: "AKP-MHP'ê qanûnan binpê dike û tecrîdê wekî hiqûqa dijminahiyê pêk tîne. Madem tecrîd tenê şer ferz dike û tenê ên şerxwaz xweyî dike, nexwe divê hemû kesên aştîxwaz û edaletxwaz li ber tecrîdê rabin. Ji bo ku Tirkiye ji vî aqil şerî xelas bibe, divê her kes ji bo şikandina tecrîdê tevbigere."    MA / Mujdat Can