Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin 2021-02-19 09:23:47 STENBOL - Serokê Baroya Stenbolê yê berê Tûrgût Kazan, destnîşan kir ku îqtidar ne qanûneke bingehîn a nû, dixwaze rejîma sultaniyê ava bike.    AKP, her cara ku ditengije nîqaşên "qanûna bingehîn a nû" dixe rojevê. Herî dawî çend roj berê Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan, cardin heman tişt xist rojevê. Serokê Baroya Stenbolê yê berê Tûrgût Kazan, anî ziman ku divê gotinên îqtidarê esas neyên girtin.    Kazan, bilêv kir ku "Tifaqa Cumhûrê" qanûnên heyî qebûl nake, lewma divê lêgerînên wê yên ji bo qanûna bingehîn ên nû esas neyên girtin û got: "Ên ku qanûna bingehîn a heyî pêk naynin, gotinên wan ên derbarê ya nû de na gotinene ku mirov bi wan bawer bike."    Kazan, diyar kir ku îqtidar dibêje dê bi qanûneke bingehîn a nû komareke nû ava bike û got: "Jixwe ji xeynî xwe hemû kesî wekî 'terorîst' an jî 'dijmin' dihesibnin. Lewma kes bawer nake ku dê qanûneke bingehîn a nû çêbikin."    QANÛNA BINGEHÎN A YEKZILAMΠ   Kazan, bal kişand ser gotinên îqtidarê ku behsa "Qanûna Bingehîn a 1921'ê" dike û ev qanûna bingehîn, qanûna têkoşîna neteweyî ye. Kazan, Qanûna Bingehîn a 1921'ê tekane qanûna bingehîn e ku meclîs tekane hêz e û got: "Xwestiye meclîs têkoşîan neteweyî bi rê ve bibe. Lê belê îqtidara siyasî ya niha, bi referandûma 2017'an re meclîsê girt. Meclîs heye an tune ye, hebe bi kêrî çi tê? Kes nikare van pirsan bibersivîne. Îqtidar strana Qanûna Bingehîn a 1921'ê dibêje, lê li vir meclîsek heye ji bo birêvebirina têkoşîan neteweyî. Di vir de meclîs tekane hêz e. Lê hûn rabûn, we qanûnûneke bingehîn a yekzilamî afirand. Hûn dixwazin wê tahkîm bikin. Yanî hûn dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin. Lewma tu eleqe û pêwendiya we bi feraseta Qanûna Bingehîn a 1921'ê re tune ye."    MAFÊN BINGEHÎN JI HOLÊ HATIN RAKIRIN    Kazan, destnîşan kir ku divê bi lihevkirineke dorfireh re qanûneke bingehîn bê çêkirin û got: "Lê em bi derewa 'Em qanûna 12'ê Îlonê an jî qanûna bingehîn a Kenan Evren biguherînin' re rû bi rû ne. Jixwe di 2021'ê de mafên bingehîn ên di vê qanûna bingehîn de, ji holê hatin rakirin. Yanî di vê qanûna bingehîn de şop û dewsên Kenan EVren filan bêvan nemane. Qet nebe di qanûna bingehîn a Kenan Evren de, zanîngeh xweser bûn. Lê hûn guh li vê jî nakin."    DARAZ RADESTÎ YEKZILAMÎ KIRIN    Kazan, anî ziman ku başbûna qanûneke bingehîn ne bi dirêjbûn û kinbûna wê ye, bi maf û azadiyên bingehîn e ku bi çi rengî tê de cih digirin. Kazan, bilêv kir ku di qanûna bingehîn a niha de maf û azadiyên bingehîn baş hatine nivîsandin û got: "Ma ê mafê civîn û xwepêşandanan wekî din bi çi awayî bê nivîsandin? Lê ka hûn dikarin vî mafî bi kar bînin? Kîm bi kar tîne, çawa bi kar tîne û gava bi kar tîne bi çi re rû bi rû dimîne? Çima wisa ye? Ji lewra daraz tune ye. Daraz radestî yekzilamî hatiye kirin. Pêşî daraz radestî terîqatê kirin, niha jî radestî zilamekî kirine. Di van şert û emrcan de daraza we kin be ê çi be, dirêj be ê çi be? Divê darazeke wisa bê çêkirin ku hem serbixwe be hem jî biqalîte be. Lê niha ne serbixwebûna darazê ne jî qalîteya wê maye."    Ê NIKARIBIN ÇÊBIKIN    Kazan bal kişand ser gotinên îqtidarê ên derbarê "qanûneke bingehîn a sivîl" jî û got: "Yanî yê hem lêxin hem jî bilîzin. Ma tifaqeke qerase wekî dijmin nahesibînin? Lê mixabin hejmareke wan jî ya bi vî rengî tune ye. Ê nikaribin çêbikin, ê çênekin. Ne 360 wan heye, ne jî 400'ê wan heye."    MA / Ferhat Çelîk