Walitiya Colemêrgê jî qedexeya xwe nas nekir 2021-02-19 13:33:30   COLEMÊRG - Walitiya Colemêrgê, li gel qedexekirina çalakiyan ku li bajêr ragihandiye jî destûr da ku AKP’î heta avahiya walitiyê meşekê li dar bixin.   Piştî Walîtiya Wanê, Walîtiya Colemêrgê jî li gel qedexekirina çalakiyan ku li bajêr ragihandiye jî destûr da ku AKP’î meşekê li dar bixin. AKP’iyên ku hatin li gel hev, ji bo esker, polîs û endamên MÎT’ê yên di operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a Garê de jiyana xwe ji dest dan, ji Cadeya Cumhuriyetê heta avahiya walitiyê meşiyan.   Beriya meşê polîsan hemû kolan bi bariyerên polîsan girtin. Gelek endamên AKP’ê û cerdevan ji bajêr û navçeyên derdorê ji bo meşê bi erebeyan anîn bajêr.