Saziyên ziman û wêjeyê: Ji bo ziman, çand û nasnameya xwe li ber xwe bidin 2021-02-19 15:43:08   AMED - Sazî û komeleyên ziman û wêjevanên kurdî bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bang li gelê kurd kirin ku li zimanê xwe xwedî derkeve û di eniyeke hevpar de ji bo ziman, çand, huner û nasnameya xwe li ber xwe bide.    PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd a li Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Cîgirê Hevserokên HDP'ê yê Amedê Îrfan Soner, endam û rêveberên komeleyan û endamên Tora Ziman û Çanda Kurdî beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê komeleyan daxuyaniya bi zaravayê kirmanckî (dimilkî) nivîskar Roza Metîna, ya bi zaravayê kurmancî jî nivîskar Bahattîn Robar xwend.   ‘HER ZIMANEK RENGEKÎ JIYANÊ YE’    Robar diyar kir ku zimanê dayîkê xwebûn û hebûne û qala ragihandina pêvajoya roja zimanê dayîkê kir. Robar da zanîn ku di serî de zimanê kurdî bi hezaran zimanên xwecîhî û kêmneteweyan îro di bin xetereya tunebûnê de ne û wiha got: “Cîhana dewlet û desthilatdariyên îroyîn, hê jî bi mejiyê sedsala 20’emîn nêzîkî gelan û mirovahiyê dibin. Ji 7000 zimanan zêdetir zimanên cuda û cihê li ser rûyê cîhanê tên axaftin. Ev ziman hemû kod û şifreyên cîhanê ne. Her wiha rengîniya jiyan, çand û civakê ne. Her zimanek guleke gulîstanê û dermanê parastina mîrateya jiyana mirovahiyê ya du sed hezar salan e. Lê, sed mixabin piraniya dewletên serdest û bi taybetî dewletên Rojhilata Navîn van zimanan ji xwe re weke gef û asteng dibînin. Divê bê zanîn ku ziman hebûneke civakî û dîrokî ye. Ev herdu rewş bi awayekî rasterast girêdayî hev in. Lewre ziman têkiliya mirovan a bi hev re çêdike lê belê zimanê dayikê ligel têkiliyê pêşxistina ramanê jî çêdike. Ji ber vê sedemê em dibêjin; Her zimanek têlek tembûrê û notayeke muzîkê ye. Her zimanek çîrokek, dîrokek, helbestek û rengekî jiyanê ye ku divê herkes jê sûdê werbigirin.”   ‘VAN ZIMANAN ŞARISTANÎ AVA KIRIN’   Robar anî ziman ku windakirin û tunekirina zimanan kêrî karê tu netew û dewletan nayê û wiha berdewam kir: “Gelo çi zirara zimanê kurdî, asûrî, sumerî, avestayî hwd. li mirovahiyê hatiye kirin? Berovajiyê zirarê, van zimanan şaristanî ava kirin û çand û kelepor afirandin. Ziman ew tişt e ku mirov jê re xizmetê bike, ne neyartiyê. Her wiha tu ziman ne ji zimanekî din çêtir in. Heke derfet bê dayîn û serdest peywira xwe ya mirovî bînin cih, ji bo lêkolîn, parastin û pêşvebirina zimanên xwecîhî û kêmar spardeyên zagonî çêkin û çavkaniyê veqetînin, dê bê dîtin ku hebûn û zindîbûna zîmanekî dê çi qas sûdê bide hebûnên çandî yên cîhanê, asta demokrasî û aramiyê û her wiha asta pêkanîna yekîtiyê dê pêş bixe. Lê mixabin li Tirkiyeyê zimanê kurdî ku zimanê zikmakî yê bi milyonan hemwelatiyên me ye di vê sedsalê de hê jî rayedar û hikûmet ji xwe re weke gef û xetere dibînin. Feraseta ‘ji bilî tirkî zimanên din hemû ji bo pêşeroja me xetere û gef in’ hê jî berdewam dike. Hê tehemûla tabeleyeke ser derê şaredariyan nakin. Pêşiyê Tv, rojname û mecrayên kurdî digirin. Zimanê bi milyonan hemwelatiyên xwe ku vaye hezar sal in em pevre dijîn weke zimanek nayê zanîn bi nav dikin. Tirkiye perwerdeya bi zimanê dayîkê ya ji aliyê saziyên navneteweyî ve weke mafekî mirovî û gerdûnî hatiye qebûlkirin ji nedîtî ve tê.”   ‘ZAGONÊN NAVNETEWEYÎ TÊN BINPÊKIRIN’   Robar destnîşan kir ku zimanê dayikê nasname û rûmet e û got: “Ya bandoreke mezin li ser kesayet, binhişî û jiyana civakê dike dîsa zimanê dayikê ye. Dema zimanê gelekî bê tunekirin ew gel ji nasname, rûmet û hebûna xwe jî tê dûrxistin. Li gor gelek zagonên navneteweyî axaftin û perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye û divê ev maf bê dayin. Lê dema em îro li Tirkiyeyê dinêrin kurd ji perwerdeya bi zimanê xwe bêpar tên hiştin. Di heman demê de êriş li dijî mafê herî rewa ya têkoşîna ji bo azadî û serbestiya zimanê kurdî tê kirin. Bi vê yekê zagonên navneteweyî jî tên binpêkirin.”   ‘ÊRIŞA LI SER ZIMAN, ÊRIŞA LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’   Robar bi bîr xist ku di encama feraseta yekperest û polîtikayên li dijî çand û nasnameyên cuda de gelek sazî û dezgehên ji ziman, çand û hunera gelê kurd re xizmet dikirin hatin girtin û wiha domand: “Kreş û dibistanên azad ên bi zimanê kurdî perwerde didan deriyên wan hatin mohrkirin. Qadên axaftina bi zimanê kurdî her ku diçe teng dibe û ziman ber bi xetereyê ve diçe. Êrişa li ser zimanê zikmakî ango zimanê dayikê di heman demê de êrişa li dijî wekheviyê ye, êrişa li dijî gerdûna mirovahiyê ye. Lê ya girîng ew e ku li dijî êrişên li ser ziman, nasname, çand û hunera gelê kurd eniyeke hevpar û yekîtiya neteweyî bê avakirin. Divê dayik û bavên kurd berê zarokên xwe bidin qursên ziman û çalakiyên çandî yên bi zimanê kurdî. Ne tenê di nava malên xwe de li cihên kar, derve li her kuçe û kolanê divê zimanê kurdî bê axaftin û piştigiriya kampanyayên ji bo zimanê kurdî bê kirin. Encax bi vî rengî em bikaribin dawî li êrişan bînin û zimanê kurdî azad bikin.”   ‘JI BO ÇAND Û ZIMAN LI BER XWE BIDIN’   Robar destnîşan kir ku ew wekî PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û MED-DER'ê bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bang li gelê kurd dikin ku li zimanê xwe xwedî derkeve û di eniyeke hevpar de ji bo ziman, çand, huner û nasnameya xwe li ber xwe bide. Robar anî ziman ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê dê têkoşîna wan bidome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her wiha daxwaz û bangewaziya me ji rayedar û hikûmetê ew e ku hemû astengiyên li pêşiya zimanên kêmar demildest rake. Zimanê kurdî weke zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî qebûl bike û bixe bin ewlehiya zagonî. Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê di kesayeta axiverên kurdî de li hemû gelên bindest pîroz be.”