Li Cizîrê 2 kes hatin girtin 2021-02-19 18:23:56       ŞIRNEX - Li Cizîrê ji 7 kesên ku hatin binçav kirin, 2 jê kes hatin girtin.   Di 15'ê Sibatê de li Kolana Îdîlê ya navçeya Cizîrê di hundirê qereqoleke polîsan de têqînek çêbûbû û pişt re 7 kes hatibûn binçavkirin.  Piştî 4 rojên binçavkirin her 7 kes îro piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. 5 kes piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan û Gabar Vesek û Bîrhat Kiliç jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Vesek û Kilic bi îddaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.   Vesek û Kiliç şandin Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê.