Xwendekar: Berxwedana Bogazîçiyê destpêkek e 2021-02-20 09:11:54 STENBOL - Xwendekaran anîn ziman ku berxwedana Zanîngeha Bogazîçiyê perçeyeke ji hêrsa lihevkombûyî ye û gotin: "A rast, ev hê destpêk e. Heya qeyûm îstifa neke û dorpêç neyê belawelakirin dê têkoşîn dewam bike."  Çalakiyên li dijî tayinkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP'î, didomin. Akademîsyen guh li rektorê qeyûm nakin û li seranserê Tirkiyeyê xwendekaran dadikevin kuçeyan û dibêjin: "Rektor qeyûm îstifa." Xwendekaran diyar kir ku ew qeyûman naxwazin û ji bo vê yê bexwedana wan dewam bike.    Endama Hêzên Şoreşger a Ciwanan (Dev-Guç) Esra Can, polîtîkaya qeyûman bi vî awayî şîrove kir: "Îqtidar, gava nikare derekê bi hilbijartinê bi dest bixe yan jî zane dê nikaribe bi ser bikeve, radibe mafên hin derdoran xesp dike û vîna wan binpê dike. Pêkanîneke nerewa ye."    Can, destnîşan kir ku îqtidar bi çavê talûke û xetereyê li hemû kesên muxalif dinere û got: "Dixwaze hemû çandên dijberî xwe ji holê rake. Gava em li bajarên kurdan mêze dikin, em dibînin ku bi destên qeyûman ziman, nasname û çanda wan deran nayê naskirin. Her wiha bi heman awayî li zanîngehan jî dixwaze hemû tiştî têxe destê xwe. Mufredat bixwe jî li dijî mafên siyasî yên heyî tên revîzekirin."    PERWERDEHÎ HEPSÎ TARÎTIYÊ HAT KIRIN    Can, anî ziman ku bi tayinkirina rektorên qeyûm tê xwestin ku saziyên pewerdehiyê di nav tarîtiyê de bên hespkirin û got: "Bi vî awayî tê xwestin ku li zanîngehan perwerdehiya zanistî bê tasfiyekirin û zanîngeh bibin formeke ku xizmeta sermeyayê û aqilê îqtidarê bikin."    HÊRSA CIWANAN    Can, destnîşan kir ku a rast berxwedana ku bi Bogazîçiyê dest pê kiriye destpêkek e û got: "Ji zû de ye ciwan li dijî dorpêçan bihêrs e. Axirê ev hêrsa lihevkombûyî xwe da der. Ev jî tê wateya ku êdî ciwan zextan û dorpêçan tamûl nakin. Heta ev dorpêç neyê belavkirin dê têkoşîna me dewam bike."    'DIXWAZIN ME BIKIN DÎLGIRTIYÊ FAŞÎZMÊ'     Endamê Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger (DOB) Mûhammed Hîzmetçî jî ji ber piştgiriya protestoyan kiriye cezayê hepsa malê lê hatiye birîn. Hîzmetçî got: "Rektorê qeyûm, tê wateya ku faşîzm pergala perwerdehiyê têxe bin zordestiya xwe. Sedemeke taybet a êrîşên li ser xwendekarên demokrat, muxalif û zanîngehan heye. Dixwazin me bikin dîlgirtiyê faşîzmê."    Hîzmetçî, destnîşan kir ku karê ewil ê qeyûm hedefgirtina xwendekarên muxalif bûye û got: "Her wiha ji bo serdestiya xwe ya li zanîngehê jî xurt bike, ewleparêz anîn û hejmara kamerayên dibistanê zêde kirin." Hîmetçî, anî ziman ku ji bo daxwazên wan pêk bên divê rektorê qeyûm biçe."