Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tazmînatê nade 2021-02-20 09:12:31 AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, 108 hezar û 598 TL tazmînata ji bo mirina zarokê 6 salî nade.  Ajotvenê şaredariyê Ahmet Ozcan bi wesayîta bi plakeya 21 DT 813 a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bûbû sedema mirina Bîlal Akdagê 6 salî. Piştî vê dadgehê cezayê tazmînatê li şaredariyê birîbû. Lê belê şaredarî tazmînata malbata Akdag nade.    Gava Akdagê 6 salî tevî birayê xwe bi otobêsa şaredariyê diçû gundê Xanika Jêr ê Çinar a Amedê, otobêsa şaredariyê ew li derî rawestgehê peya kiribûn. Gava Akdag û birayê xwe ji otobêsê peya bûbûn, kamyona bi plakeya 06 DD 6363 ku ji dawiyê dihat, pêl wî kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber ku ajovanê şaredariyê bûbû sedema mirina wî, dadgehê 108 hezar û 598 TL tazmînat li şaredariyê birîbû. Lê belê şaredariya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin tazmînatê nade.    108 HEZAR TL TAZMÎNAT    Bûyer di 10'ê Gulana 2017'an de çêbû. Piştî doz hatibû kirin, li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Çinarê. Di rapora pêzaniyê de hatibû diyarkirin ku ajovanê kampyonê bêqisûr e, lê belê qisûra ajovanê şaredariyê Ahmet Ozcan ji sedî 40 e û ya Bîlal Akdag jî ji sedî 60 e.    Ji ber ku qisûra ajovanê şaredariyê jî tê de hebû, malbat şaredariyê da ber dadgehê. Dadgehê jî 54 hezar û 598 TL maddî û 54 hezar TL jî manewî cezayê tazmînatê li şaredariyê birî. Lê belê şaredarî xwe nade ber tazmînatê û nade malbatê.    Piştî şaredariyê xwe neda ber tazmînatê, parêzerê malbatê ji bo hezcê serî li Dadgeha Îcra ya Nobedar a Amedê dabû, lê belê dadgehê daxwaza ji bo heczê red kiribû.    Parêzerê malbata Akdagê Aydin Ozdemîr jî îtiraz kir û îtiraza wî hat qebûlkirin. Piştî vê derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hecz dest pê kir. Pêncşema borî karmendên îcrayê ji bo heczê çûn şaredariyê, lê belê nikaribûn hezcê bidin destpêkirin. Parêzerên şaredariyê ji karmendan re gotiye, nikarin pere bidin û malên li şaredariyê jî yên cemaweriyê ne û nayên heczkirin. Piştî vê parêzer Ozdemîr jî xwest malên li odeya şaredar bên heczkirin. Lê karmendên îcrayê jî diyar kirin ku malên şaredariyê yên cemaweriyê ne, nayên heczkirin û daxwaza Ozdemîr red kirin.    'KARMENDÊN ÎCRAYÊ NEXWESTIN HECZÊ BIKIN'    Parêzer Ozdemîr, diyar kir ku dev jê bernedin û got: "Midûriyeta îcrayê bixwe jî naxwaze ji bo heczê biçe şaredariyê. Ji ber ku parêzer bûm, min mafên xwe yên hiqûqî bi kar anîn û çûm şaredariyê. Min xwest em heczê bikin, lê rayedarên daîreya îcrayê naxwazin malên şaredariyê hecz bikin. Îro, midûriyeta îcrayê daxwaza me ya ji bo odeya wekîlê şaredar red kir. Li odeyê negeriyan û malên bên heczkirin tespît nekirin. Lê em ê giliyê vê biryara midûriyeta îcrayê bikin."    MA / Mehmet Şah Orûç