'Mirina biguman tune ye, dewlet ser wê dinixumîne' 2021-02-20 09:14:31 STENBOL - Jinan bal kişandin ser kuştina jinan û 'mirinên biguman' û gotin: "Mirina biguman tune ye. A ku ser wê dinixumîne, dewlet e."  Her diçe tahdeya li jinê tê kirin û kuştina jinan zêde dibe. Li gor rapora Çileya 2021'ê ya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) 23 jin hatine kuştin û 14 jê jî bi awayekî 'guman' jiyana xwe ji dest dane.    Siyasetmedarên jin, bal kişandin ser tahdeya li jinan tê kirin, kuştin, êrîşên cinsî û 'mirinên biguman'.  Endama Partiya Şoreşger Beyza Çapar, anî ziman ku jin li hemû qadan bi tahdeya mêran re rû bi rû dimînin. Çapar, bilêv kir ku jin ji xeynî tahdeya fizîkî, bi tahdeya derûnî, zayendî û hestî re jî rû bi rû dimînin.    JIN LI QADAN IN    Çapar, destnîşan kir ku jin li dijî tahdeya derûnî û fizîkî li qadan li cem hev in û got: "Em, ji bo ku mafê xwe yê jiyanê biparêzin dadikevin qadan. Ji bo em dozên derbarê xwişkên xwe yên tên kuştin de bişopînin, ji bo kiryar bê ceza nemînin em ber edlieyayn û eywanên dadgehan tije dikin."    PEYMANA STENBOLÊ    Çapar, bilêv kir ku destkeftiyên jinan ên bi têkoşîneke dûr û dirêj hene û got: "Dewleta mêrî qanûna 6284'an pêk nayne û dixwaze Peymana Stenbolê betal bike. Di dema pandemiyê de kujerên jinan berdan. i vî awayî pêşî li ber komkujiyê vedike. Ji dêvla ku ser tahdeya mêran bê nixumandin, darazeke adil û cezakirina kiryaran divê. Ne pêkanînên lezgîn ên Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê, Peymana Stenbolê jiyanê rizgar dike."   MÊR DIKUJE, DEWLET DIPARÊZE    Jina anarşîst Şeyma Çopûr jî bal kişand ser lêpirsînên piştî mirinên biguman û diyar kir ku ev lêprisîn bi awayekî baş nayên kirin û ji bo ser bûyerê bê girtin tên kirin. Çopûr got: "Cinayeteke biguman an jî kiryar nediyar tune ye. A ku ser cinayetê dinixumîne dewlet e."    Çopûr got: "Rastiyek heye; wekî kuştina Şûle Çetê. Em baş dizanin heger gelek jinan ev bûyer neşopanda, ê dewlet hîn di dema lêpirsînê de ser bûyerê bigirta. A din jî bûyera Îpek Erê ye. Awayê mirina wê xwekuştin e, lê belê yê ku bû sebeba vê întiharê tahdeya mêr e. Dewlet dixwaze bi temamî ser vê bûyerê binixumîne. Dewlet, ser kuştina jinekê dinixumîne û kujer diparêze."    Çopûr, bilêv kir ku piraniya jinên ku xwe dikujin, ji ber tahdeya mêr xwe dikujin û wezaret jî van jinan ji nedîtî ev tê û dibêje, "her xwekuştin ne cinayeta jinê ye" û vê rastiyê înkar dike.    DEWLET Û EDALET    Jina anarşîst Meltem Çûhadar jî diyar kir ku li dijî tahdeya rêxistinbûyî ya mêran, divê jin bi hev re bitêkoşin û got: "Mêrên tacizkar, tecawizkar û kujer an bêyî ku bên darizandin tên berdan an jî cezayê wan tê kêmkirin. Lê belê em baş dizanin ku dê dewlet edaletê pêk neyne. Lewma em bawer nakin ku dê mirinên biguman ên jinan bişopîne. Dewlet kiryarên tahdeyê diparêze."    ‘EM Ê BI TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ BI SER BIKEVIN'   Çûhadar, anî ziman ku jin li seranserê cîhanê li dijî tahde, tecawiz û kuştinê dengê xwe bilind dikin û got: "Lê divê jin li dijî van zext û zoriyan hîn bêtir xwe birêxistin bikin û komele bên avakirin. Ji lewra em ê bi têkoşîneke rêxistinbûyî bi ser bikevin."