Ji Gunay bersiva Ozhasekî: Hûn ê biçin 2021-02-20 16:09:21   STENBOL - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bersiv da Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Mehmet Ozhasekî ku heqaret li hilbijêrên HDP’ê û CHP’ê kiribû û ev tişt got: "Wê gel selaya we bixwîne, hûn ê biçin.”   Niqaşên operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a Garê ku di encama wê de 13 polîs, esker û endamên MÎT’ê jiyana xwe ji dest dan didomin. Desthilat ji berpirsyartiyê direve û hedef girtina partiyên muxalîf didomîne. Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan roja derbasbûyî bi gotina “bêterbiye” Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû hedef girti bû. Îro jî Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Mehmet Ozhasekî hilbijêrên HDP’ê û CHP’ê hedef girt û wiha got: “Di hilbijartinan de ji bo ku hûn 4 dengan bigirin tu rê neman we serî lê neda. Lenet li dengê wan. Xweda bela xwe bide wan û dengê wan.”   Hevberdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî li ser hesabê xwe yê medya civakî bi van gotinan bersiva Ozhasekî da: “Şûna ku hûn hesaba mirinên ku hûn bûne berpirsyar bidin, nifira li 6 milyon hilbijêran dikin… Hûn çi bêjin bibêjin herkes di ferqa rastiyan de ye. Ew gelê hûn nifira lê dikin wê selaya we bixwîne. Hûn ê biçin. Ji bilî vê nifirkirinên we yên li gelekî ne hedê kesî ye.”   ‘DIXWAZE LI SER MASEYÊ QEZENÇ BIKE’   Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî da zanîn ku desthilat di operasyonê de weke eskerî têk çû û bi teza “me li qadê winda kir em ê li ser maseyê qezenç bikin tevdigere.”   ‘KESEKÎ PÊBAWER NÎNE’   Parlementerê CHP’ê Alî Haydar Hakverdî jî dest nîşan kir ku Ozhasekî kesekî ku pê bawer bikin nîne û anî ziman ku desthilat dixwaze guneha operasyona serneketî bipêçîne.