Walîtiya Mêrdînê çalakî û şahî qedexe kirin 2021-02-21 09:06:25 MÊRDÎN – Walîtiya Mêrdînê li bajêr bo dema 15 rojan çalakî û şahiyên dê werin lidarxistin qedexe kir.  Qedexeya têkildarî çalakî, daxuyanî û şahiyên li Mêrdînê berdewam dike. Walîtiya Mêrdînê ragihand ku dîsa ji bo dema 15 rojan çalakî û şahiyên li bajêr dê werin lidarxistin qedexe kirine. Walîtiyê got di çarçoveya biryara qedexeyê de dê destûr nedin wesîyatên ji bajarên cuda jî tên ku bikevin bajêr. Walîtî biryara qedexeyê dispêre “ewlehiyê” û “pandemiyê” û îdia dike ku wan îstîhbarata wê ji bo greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam e dê çalakî werin lidarxistin. Qedexe dê îro dest pê bike û heta 7’ê adarê berdewam bike.