'Gora Cemîl hêj vekirî ye' 2021-02-21 10:10:03 STENBOL – Dayika Cemîl Kirbayir, Berfo Kirbayir 8 sal berê bêyî bigêje cenaze û gora kurê xwe jiyana xwe ji dest da. Kurê Berfo Kirbkayir Mikail Kirbayir anî ziman ku hêj gora Cemîl li tenişta gora dayika wî servekirî ye û wiha got: “Li hemberî diya me hêj destê me vala ye û ruyê me reş e. Em nikarin bêjin dayê vay me hestiyê Cemîl anîn." Dayika Şemiyê ya 105 salî Berfo Kirbayir ku bi gotina “Bi hevîya ku dê kurê min bê min derî vekirî hiştin. Lê meh borî, sal borî deh sal borîn, dîsa kurê min nehat. Eger kurê min miribe cenazeyê wî bidin min." tê nasîn, 8 sal berê îro bêyî cenaze û hestiyê kurê xwe Cemîl Kirbayir bibîne bi hestera dîtina kurê xwe jiyana xwe ji dest da.    PARÊZERAN SERÎ LI DMME'YÊ DAN   Cemîl Kirbayir, piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'yî bi rojekê yanî di 13'ê Îlonê de leşkerana avêt ser mala wî ya li gundê Okçû yê navçeya Golan a Erdexanê û ew binçav kirin. Leşkeran Kirbayir pir Fermandariya Alaya Piyade ya 247'an a Golanê û ji vira jî wî birin Fermandariya Rewşa Awarte ya Qolordû ya ya 9'an a Qersê. Emniyeta Qersê tevî 3 kesan ew birin Enstîtuya Perwerdehiyê ya Dede Korkût ku Kirbayir berê li wir xwendibû lê wê demê ew veguherandibûn îşkencexaneyê. Tê texmînkirin ku Kirbayir li vira hatiye kuştin, lê 41 sal in hîn jî cenazeyê wî nehatiye dîtin.  Wê demê derbarê wî de gelek nûçeyên spekulatîf hatin çêkirin ku Walîtiya Erdexanê ya wê wextê diyar dikir ku Kirbayir reviyaye Îranê û li Îranê ye û derbarê vê de wan nivîs ji keya girtiye. Fermandarê rêveberiya awarte Sabrî Yîrmîbeşoglû û waliyên Erdexan û Qersê dosyeyay wî di refan de bi cih kirin. Her çend wê demê parêzeran îtiraz kir jî, lê dîsa jî ser bûyerê hat nixumandin.  Piştî Dayikên Şemiyê çalakî li dar xistin Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan ê wê demê, ferman da û Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê raporek amade kir. Di vê raporê de îfadeyên kesên bi Cemîl Kirbayir re hatin binçavkirin û girtin diyar bû ku hatiye kuştin. Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê dosyeyê ji Walîtiya Qersê re şand û li ser vê walîtiyê dosye ji refên tozgirtî derdixe. Piştî darbeyê di salên 2000'î de bêyî ku hayê malbatê jê hebe dosyeya Kirbayir ji ber demboriyê dîsa di refan de bi cih kirin. Lê derbarê demboriyê û rakirina dosyeyê de tu tişt teblîxî malbatê nekirin. Piştî rapora komîsyonê dosye dîsa hat vekirin. Dosye di sala 2013'an de hat vekirin. Parêzeran li Walîtiya Erdexanê îtiraz kir û diyar kir ku di sûcên îşkenceyî de ne mimkun e ku dosye di çaroweya demboriyê de esas bê girtin. Dema dê dosye ji nû ve bihatana vekirin, gelekî hat taloqkirin. Herî dawî di dema ji nû ve vekirina dosyeyê de dozgerê ku wê çaxê dosye bi rê ve dibir ji ber FETO'yê hat girtin. Dozger anî ziman ku ji 4 kesên ku îşkence kirine yek jê miriye. 2 jê îstixbaratvan in, yek jê jî polîs e. Parêzernan li dozgeriyê giliyê van kesan kir. Daxwaza parêzeran ya girtinê hat redkirin. Paşê dema bûyerên FETO'yê derketin, dosye dîsa hat sekinandin. Parêzerên Kirbayir û Prz. Eren Keskîn ji bo dosyeyê serî li DMME'yê dan û doza tazmînatê kir. Niha dosya li 8'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind tê rawestandin.    DAYIK BERFO KIRBAYIR BÊYÎ KURÊ XWE BIBÎNE JIYANA XWE JI DEST DA   Dayika Berfo Kirbayir ku bi salan li hestiyê kurê xwe, Cemîl Kirbayir geriya, bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. Dayika Berfo herî dawî beriya 21’ê Sibata 2013’ê jiyana xwe ji dest bide, tevlî çalakiya rûniştinê ya Qada Galatasarayê bûbû. Temenê dayika Berfo têra ku hestiyên kurê xwe bibîne nekir. Lê têkoşîna wê keça wê Fatma Kirbayir û kurê wê Mikaîl Kirbayir didomîne. Cemîl Kirbayir di 33 saliya xwe de di 13'ê Îlona 1980’an de Gundê Okçu yê Erdexanê li mala xwe hat binçavkirin. Piştî eskeran birin qereqolê carek din agahî jê nehat girtin. Dayika Cemîl Berfo Kirbayir di 21'ê Sibata 2013’an di temenê 105 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.  Dema Dayika Berfo jiyana xwe ji dest da got "Heta hûn hestiyê Cemîl nebînin, min defin nikin." Ji ber vê yekê gora Cemîl li tenişta Berfo Kirbayir kolan û ser gorê vekirî hiştin. Dayika Berfo di sala 2011’an de bi heviya hestiyê kurê xwe bibîne li gel Dayikên Şemiyê çûbû Serokwezîrê wê demê Tayip Erdogan li Dolmabahçe ziyaret kiribû. Erdogan soza ku hestiyên wan bibîne dabû. Lê hikûmetê û Serokwezîr ji bo hestiyên windayan bên dîtin heta niha tu gav neavêtin û Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kir.    DAYIKA MIN 33 SALAN DERIYÊ XWE VEKIRÎ HIŞT   Birayê Cemîl Kirbayir Mikail Kirbayır, anî ziman ku hemû dayikên li vî welatî dijîn û zarokên wan hatine windakirin di nava bê edaletiyê de êşê diijîn û wiha got: "Wekî ku ev welat, welatê zilmkaran e û qet edalet nehatiye vir. Darbeya eskerî ya 1980'î yê lêpirsîn û pirsîn Kurê dayika min Berfo ji destê wê derxistin û birin û qetil kirin. Dayika min bi gotina 'Kurê min li ku ye' Ket rêyan. Mafê lorîn û giriyê li ser gorê jî ji destê dayika min girtin. Evder welatê neheqî, bê edaletî u zilmê ye. Di encamê de dayika min Berfo 33 salan li kurê xwe geriya. Bêyî hestiyê wî bibîne jiyana xwe ji dest da. Dayika min 33 salan deriyê xwe vekirî hişt.    Mikalîl Kirbayir, da zanîn ku çavê dayika wî vekirî çû û wiha got: "Dayika min bi salan li Qada Galatasarayê têkoşiya. Rapor da meclîsê. Niha dosya li Dadgeha Bilind e. Çavê dayika min Berfo vekirî çû. Got 'Heta hûn hestiyê kurê min nebînin min defin nekin' Me li ser vê gotina wê li tenişta wê gorek vala kola. Qeymeqayê Gole ev yek asteng kir. Min got 'Ez gora dayika xwe dikolim. Min got ezê hestiyê kurê wê têxim hembêza wê. Li ser vê yekê destûr dan ku ez gorê vekim. Ew gor wekî hembêza dakiya min vekirî ye. Li benda kurê xwe ye. Gorek birayê min tune ye."    'ZORÊ LI ME DIKIN KU EM BIÇIN ÇIYÊ'    Mikaîl Kirbayir, herî dawî anî ziman ku dayika wî Berfo 8 sal berê jiyana xwe ji dest da û wiha lê zêde kir: "8 salin destê me vala ye. Li hemberî dayika me ruyê me reş e. Em nikarin bêjin 'Me hestiyê Cemil dît û me anî. Ez nikarim vê yekê ji dayika xwe re bêjim. Ji ber şewbê êdî em nikarin derkevin kolanan jî. Bêtir xerabtir buye. Niha em nikarin dengê xwe jî bilind bikin. Em êdî nikarin em ê çi bikin. Zorê li me dikin ku em biçin çiyê. Dayê vana çi ji me dixwazin. Ez dixwazim dayika min tiştekî ji min re bêje. Dayê ez çi bikim? Bila dewleta wisa tune be."    Kirbayir bal kişand ser malbatên li pêş avahiya HDP'ê û wiha bi dawî kir: "Dewlet malbatan li ber deriyê avahiya HDP'a Amedê kom dike. Li gel şewba vîrûsa corona dîsa malbatan dibin wir û li ber deriyê wê nobetê didin girtin. Her dayik xwedî maf e li zarokên xwe bigere. Rayedarên dewletê diçin hêsirê wan dayikan paqij dikin. Dayika Hanife Yildiz  bi destê xwe kurê xwe teslîmî qereqolê kir. Lê niha kurê wê winda ye. Dayika Hanife 26 salin  li kurê xwe digere. Welatê nakokiyan e. Çima Qada Galatasarayê li me qedexe dikin? Em 41 salin dişewitin. Em şewitîn hûn neşewitin."     MA / Îdrîs Sayilgan