Soylû wê kir armanc, serdozgeriyê jî lêpirsîn da destpêkirin 2021-02-21 10:37:42   ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr de ku Suleyman Soylû wê hedef nîşan dabû, bi îdiaya “endama rêxistinê ye” lêpirsîn da destpêkirin.    Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû duh êvarê di kanala televîzyonek ku berdevkiya îqtidarê dike de wek her carê dîsa HDP’ê kiribû armanca xwe. Soylû vê carê navê Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr da û wê kir armanc. Li ser vê yekê balkêş e ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ket nava tevgerê û derbarê Dîlan Dîrayet Taşdemîr de bi îdiya “endama rêxistinê ye” lêpirsîn da destpêkirin.    Soylû di wê kanalê de îdia kiribû ku Parlamentera HDP’ê Taşdemîr çûye Garê.    TAŞDEMÎR: DEREWEK MEZIN E   Taşdemîr jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê bersiva Soylû da û wiha got: “Wezîrê Karên Navxweyî yê vî welatî xwedî giravî xwe dispêre gotinên kesekî û daxuyaniyek ku navê min da kir. Em ê nîşan bidin ku ev daxuyanî derewek û îftirayek mezin e.”    HDP WÊ HELWESTA XWE NÎŞAN BIDE    Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel ê Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê ji Çapemeniyê Berpirsiyar jî di hesabê xwe yê Twitterê de anî ziman ku wê partiya wan li ser van îdiayên Soylû û daxuyaniyên wî ku HDP’ê dike armanc daxuyaniyek berfireh bide û helwesta xwe nîşan bide.