DEMDER: Qirkirina ziman sûcê mirovahiyê ye 2021-02-21 12:01:16   ENQERE - Komeleya DEMDER'ê derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî de daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Qirkirina çand û ziman bêguman sûcê mirovahîyê ye. Divê li dijî vî sûcî tu kes bêdeng nemîne.”   Komeleya Dem Dema Kurdî ye (DEMDER), derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî de daxuyaniyeke nivîskî da. Komeleyê diyar kir ku 21'ê Sibatê ji bo gelên ku zimanê wan hatiye qedexekirin û li ser zimanê wan, bi armanca tunekirina ziman pişaftin heye, rojeke bi wate ye.    Daxuyaniya DEMDER'ê wiha ye:    “Wekî ku tê zanîn li Anatolîya û Mezopotamyayê di dîrokê da bi dehan şaristanî avabûne û jiyane. Ji ber vê yekê gelek ziman û çand jî pê ra derketine holê û pevra  jiyane. Lewra li ser axa Anatolîya û Mezopotamyayê her dem pir rengî û pir dengî hebûye. Ev reng û deng bi hev ra harmonîyeke bêhempa û çanda dîmokrasîyê derxistiye holê. Bi hezaran sal gelê Kurd, Ermen, Asûrî, Suryanî, Rûm, Ereb, Laz û hwd. Bi reng û dengê xwe pevra jiyane.    POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ    Heta sedsala bîstan ev yek bi vî awayî berdewam kiriye. Kengî ku bi destê Îtteat û Terakkîyê polîtîkayên nîjadperestiya Tirktiyê hat destpêkirin, reng û dengên vê axê jî dest bi çilmisînê kirin .  mixabin bi heman nêzikatiya Îteat Terakkî ya Komara Tirkiyeyê,  êdî yek rengî û yekdengî kirin yekane rastîya vê axê. Ev sed salin bi polîtîkayên qirkirinê nêzîkî gelên qedîm ên li ser vê axê dibin. Ev polîtîka zerara herî mezin dide zimanan û mixabin gelek zimanên ku bi sedan salan bû dijiyan,  hatin tunekirin û hinekê wan jî li ber tunebûnê ne.    HELWESTEKE TUND   Em bang li rayedarên dewletê dikin ku êdî dev ji van polîtîkayên qirkirinê berdin! Di heman demê da bang li derdorên sîyasî, saziyên sîvîl, rewşenbîr, hunermed û kes û saziyên bihîstîyar ên li Tirkîyeyê û Navneteweyî dikin ku li hember van polîtîkayên qirkirinê bi taybetî jî qirkirina ziman helwesteke tund nîşan bidin.  Qirkirina çand û ziman bê guman sucê mirovahîyê ye! Divê li hember vî sûcî tu kes bêdeng nemîne.   ERKA DEWLETÊ YE   Divê hemû zimanên ku li ser vê axê dijîn bên pejirandin û bên parastin. Ji bo vê jî divê çi pêwîstî hebe ji aliyê  dewletê va  bê bicihanîn. Di serî da wek kes û sazîyên kul i ser ziman û çanda kurdan xebatan dimeşînin, em daxwaz û bang li dewletê dikin ku Kurdî wek zimanê fermî yê duyemîn were pejirandin û perwerdeya bi zimanê Kurdî ji pêşdibistanan heta Zanîngehan were dayîn. Ev berpirsiyarî û erka dewletê ye.   XWEDÎ DERKETINA LI KURDÎ   Bangek me jî ji bo gelê Kurd heye ku bi her awayî xwedî li zimanê xwe derkevin  û li ser dewletê ferz bikin ku perwerdeya bi Kurdî dest pê bike. Li hember daxwaza şênber a bi mîlyonan tu hêz nikare bisekine û neçar e gav biavêje. Em ê jî bi vî bîr û bawerîyê xebatên xwe yên li ser Zîman û çanda Kurdan bimeşînin. Carekî din, em Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dikin. Dem dema hînbûn û bi her awayî xwedî lê derketina Kurdî ye.”