Karkerên înşatê li dijî bişaftinê ziman diparêzin 2021-02-21 14:25:40 MÊRSÎN - Karkerên înşatê Mehmet Aykut û Baki Akkoyun ku di şertên giran de kar dikin, li dijî bişaftinê ziman diparêzin. Karkeran înşaetê di şertên giran de bi derfetên xwe hewl didin kurdî pêş bixin û biparêzin.  Îro 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye. Kurd li gelek qadan daxwazên xwe yên ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê daxwazên xwe tînin ziman. Bi minasebeta roja ziman karkerên înşatê Mehmet Aykut û Baki Akkoyun ku bi derfetên xwe li ser ziman dixebitin û xwe perwerde dikin, xwestin her Kurd li Kurdî xwedî derkevin û biparêzin.   Endamên KURDÎ-DER'ê ya bi KHK'ê hat girtin Aykut û Akkoyun, ji ber komeleya wan tune û şertên pandemiya Vîrûsa Corona nikarin bi komî perwerde bibin. Aykut û Akkoyun, li ser înternetê bi rêya onlinê xwe fêrî kurdî dikin.  Aykut û Akkoyun, anîn ziman ku di şertên giran ên înşaetê de li gel karê înşatê hewl didin ku li ser ziman xwe perwerde bikin û ziman pêş bixin. Aykut û Akkoyun, bi derfetên xwe pirtûkên çîrok, roman û helwestên kurdî dixwînin. Dîsa li ser pergala online tev li xebatnên atolyeyên Kurdî dibin. Akkoyun û Aykut bi hewldanên xwe bala derdorê dikişînin ser xwe.   Aykut û Akkoyun ku ji Sêrtê hatine Mêrsînê, karê înşatê dikin û li gel karê înşatê xwe fêrî Kurdî dikin û perwerdehiya Kurdî dibînin. Aykut anî ziman ku 4 zarokên wî hene û zarokên wî di şertên metrepolan de bi zor fêrî zimanê zikmakî dibin.   Karkerê Înşatê Baki Akkoyun jî anî ziman ku Kurd di her alî de di bin zextan de ne û wiha got: "Ji bo Kurd, wêje, çand û nasnameya xwe nas bikin xebat nayên kirin. Ewil berpirsiyar dayik û bav in. Divê her dayik û bav ji bo zarok çand, wêje û zimanê xwe fêr bibin pêşengiyê ji wan re bike. Dîsa divê her kes derfetan çêke û zimanê xwe pêş bixe. Ez her rojê 20-30 rûpel pirtûkên Kurdî dixwînim. kesên derfetên wan tune be jî dikarin li muzîka Kurdî guhdar bikin û xwe fêr bikin."    MA / Omer Akın