Şandeya Şengalê serdana Tevgera Goran kir 2021-02-21 14:35:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Dîplomasî ya Şengalê li bajarê Silêmaniyê serdana Tevgera Goran kir.   Şandeya Dîplomasî ya Şengalê ku ji nûnerên PADÊ, TAJÊ û Encûmena Eşayîrî ya Şengalê pêk tê, li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan dike. Heyetê di çarçoveya serdanan de li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran kir. Rêveberê Giştî yê Tevgera Goran Umerî Seîd Elî, Şandeya Şengalê pêşwazî kir. Hat diyarkirin ku Şandeyê di serdana Tevgera Goran de li ser rewş, daxwazên xelkê Êzidî û lihevkirina navbera Bexda û Hewlêr ya ji bo Êzidiyan axivîn. Li herêmê serdanên şandeyê ya bi aliyên siyasî û hizbên Başûrê Kurdistanê re wê berdewam bike.