77 kesên din jî ji ber koronayê mirin 2021-02-21 20:36:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 77 kesî jiyana xwe ji dest da û 6 hezar û 546 kes jî bi koronayê ketin.    Wezareta Tenduristiyê daneyên rojane yên vîrûsa koronayê (Kovid-19) yên li Tirkiyê parve kir.    Li gorî tabloya li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 77 kesî jiyana xwe ji dest da û 6 hezar û 546 kes jî bi koronayê ketin. Hejmara miriyan a giştî gihîşt 28 hezar û 60 kesî. Hejmara pêketiyan jî 2 milyon û 638 hezar û 422 kesan.