ROJEVA 22'YÊ 2021'AN 2021-02-22 09:00:40 * Jinên ji çand û zimanên cuda ji bo xwedî derketina zimanên bi xetereya tunebûnê re rûbirû mane tên gel hev û rêbazên têkoşînê nîqaş dikin. Jinan ji bo parastina zimanên zikmakî banga perwerdehiyê kirin. * Hunermend Ferhat Tunç û koma muzîkê ya Bandîsta piştgiriya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê kirin û gotin: “Heta ku derê tehamûl bikin, xwe veşêrin û bibin bindest?”     * Dayikên Aştiyê banga xwedî derketina girtiyên di greva birçîbûnê de ne kirin û gotin: “Lazim e her kes mil bide milê hev, têbikoşe ku tecrîd rabe.”    * Di ser erdheja li Navçeya Elbakê ya Wanê re salek derbas bû. Li gel ku rayedarên dewletê soz dan welatiyan jî, heta niha tu alîkarî bi welatiyan re nekiriye. Mexdûrên erdhejê anîn ziman ku salek derbas bû, lê heta niha dewletê tu alîkarî nedaye wan.    * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan dê di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" de li Deriyê Sînor yê Kapikoyê ya Wanê daxuyanî bide û pişt re jî li navenda bajêr hin serdanan bike. (10.00)   * Komîsyona 21'ê Sibatê ya ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar kampanya îmzeyan bide destpêkirin. (11.00)    * Meclîsa Jinan a HDP'a Edeneyê dê li Parka Merkezê daxuyanî bide. (12.30)   * Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dîrayet Taşdemîr wê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê dê li gelek bajaran çalakî û şahî werin birêvebirin. (13.00-16.00)   * Komeleya Jinan a Starê ji bo balê bikişîne ser kuştina jinan dê li avahiya xwe daxuyanî bide. (13.00)