Dayikên Aştiyê banga xwedî derketina greva birçîbûnê kirin 2021-02-22 09:05:50 STENBOL – Dayikên Aştiyê banga xwedî derketina girtiyên di greva birçîbûnê de ne kirin û gotin: “Lazim e her kes mil bide milê hev, têbikoşe ku tecrîd rabe.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin û bi tecrîdek giran re rûbirû ye. Her wiha li girtîgehên Tirkiyê jî girtî bi binpêkirinên mafan re rûbirû ne. Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê girtî ne ji bo bidawîkirina tecrîd û binpêkirinên mafan ji 27’ê Mijdara 2020’an ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger de ne. Greva birçîbûnê bi koma 18’emîn û di roja 88’emîn de berdewam dike. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê banga xwedî derketina çalakiya greva birçîbûnê kirin.    ‘JI DESTÊ KÎ TÊ DIVÊ BIKE’    Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Cemîle Çîftçî destnîşan kir ku ew tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin û got: “Pêwîste tecrîd gavek beriya gavekê were rakirin. Lazim e her kes li dijî tecrîdê mil bide milê hevdû. Em bi têkoşînê dikarin tecrîdê rakin. Tiştên dema berê bi serê me de hatin em naxwazin dîsa werin. Em naxwazin kes li hefsan bimire. Divê em piştgiriyê bidin girtiyan. Ji destê kî çi tê divê bike. Îqtidar dixwaze têkoşîna me asteng bike. Divê em li ber vê rabin ser piya. Em tênekoşin em ê biqedin. Em dixwazin tiştên xweş biqewimin.”    ‘DIVÊ GUH BIDIN DAXWAZÊN GIRTIYAN’    Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Xezal Taş jî banga pejirandina daxwazên girtiyan li raya giştî kir û wiha got: “Divê pêşî li mirinên girtîgehan were girtin. Em naxwazin zarokên me bimirin. Divê em hemû bi hev re têbikoşin. Lazim e îqtidar guh bide banga edalet û aştiyê. Em ji bilî edalet û aştiyê tu tiştek din ji dewletê naxwazin.”    Ayten Yilmaz a Dayika Aştiyê jî destnîşan kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê her kes li cihê lê ye balê bikişîne ser rewşa girtiyan û deng bide girtiyan.    ‘TECRÎD LI SER GELÊ KURD E’    Bîrgul Mohîkancî ya Dayika Aştiyê jî anî ziman ku kurd nikarin bi azad zimanê xwe biaxivin û got: “Dema îngîlizek, fransizek tên gel hev bi azadî zimanê xwe diaxivin. Lê belê kurd nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Bi çavek nebaş li me dinêrin. Tecrîda li ser kurdan bi hişkî berdewam dike. Sedema destpêkirina greva birçîbûnê jî ew e ku dewlet zextan li ser xelkê dike. Wê însanan dev ji dijderketina neheqiyê bernede. Lewma jî di greva birçîbûnê de ne. Pêwîste em li girtiyên xwe xwedî derkevin. Em naxwazin kes bimire.”