Derbarê lêpirsîna rojnamevan Altay de biryara dozvenekirinê 2021-02-22 12:52:42         ŞIRNEX - Derbarê doza “Paropagandaya rêxistinê kiriye” ya edîtorê ajansa me Gokhan Altay de biryara dozvenekirinê hat dayîn.    Serdozgeriya Komarê ya Cizîra Şirnexê derbarê edîtorê ajansa me Gokhan Altay de bi hêceta parvekirinên li ser medya civakî yÂen di navbera salên 2014 û 2018’an de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” de lêpirsîn dabû destpêkirin. Pêdeçûna lêpirsînê temam bû. Serdozgeriyê diyar kir ku tewanbariyên li ser Altay ne sûc in û biryara dozvenekirinê derbarê Altay de da.