Ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn birîn 2021-02-22 13:46:20   AMED - Li Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku ji peywirê hatibû dûrxistin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.    Danişîna biryarê ya doza Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku ji ber lêpirsîneke derbarê xwe de ji peywirê hatibû dûrxistin, li 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a hat dîtin. Bûlûttekîn tevlî danişînê nebû, parêzerên wê Sertaç Bûlûttekîn û Sûzan Akîpa li danişînê amade bûn. Dozger, mutalaaya xwe ya danişîna beriya niha dubare kir û angaşt kir ku Bûlûttekîn bi “endamtiya rêxistinê” sûcdar kir.    Parêzerên Bûlûttekîn Sertaç Bûlûttekîn û Sûzan Akîpa li dijî mutalaayê derketin û parastina muwekîla xwe kirin û xwestin ku muwekîla wan beraet bike. Piştî navbereke kurt heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Bûlûttekîn birî.