Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F îdiaya întîharê 2021-02-23 13:19:11   WAN - Hat îdiakirin ku Ramazan Akbaşli yê ku li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F dimîne xwe întîhar kiriye.   Hat îdiakirin ku Ramazan Akbaşli yê ku19’ê mijdara 2020’an vir ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F tê ragirtin întîhar kiriye. Hat zanîn ku Akbaşli rakirine Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Wanê û li unîteya lênêrîna awarte tê tedawîkirin. Hat zanîn ku rewşa Akbaşli giran e.   Xizmên Akbaşli yên ku li Nexweşxaneyê disekinin diyar kirin ku polîsan ji wan re gotine “Akbaşli xwe întîxar kiriye, girêdayî cihaza bêhnê sitandinê ye û derbarê lêpirsîna bûyerê de biryara veşartî heye.”   PIŞTÎ BUYERÊ BIRYARA TAHLIYEYÊ   Ji aliyê din hat hîn bûn ku îro derbarê Akbaşli de biryara tahliyeyê hatiye dayîn.