ROJEVA 24'Ê SIBATA 2021'AN 2021-02-24 09:00:45 * Hîndekarê Zanîngeha Bogazîçiyê Pisporê Rêvebiriya Avê Akgun Îlhan, anî ziman ku li Tirkiyeyê krîza avê ji zû de heye, lê belê heger polîtîkayên ne li gor guherandina avhewayê bidomin, dê ev yek neguhere û got: "Êdî pêdivî bi çareyên li ser asasên xwezayê heye."  * Jinên sendîkayî anîn ziman ku dê li dijî xebateke bêewle dest bi têkeşîneke nû bikin û wê di 8'ê Adarê de bi dirûşmeya "Gotina me heye, hêza me heye ji bo guherandinê" têkoşîna xwe ya nû bidin destpêkirin.    * Mûhammet Yilmaz ku di zarokatiya xwe de dil bijandiye dengbêjiyê, bal kişand ser girîngiya kilaman û got: "Divê em bibin dengbêjê gelê xwe û civaka xwe. Divê çanda dengbêjtiyê bidome."    * Li Mêrdîn Şeyhmûs Ergînoglû yê 72 salî ku 26 sal in daran diçîne, li zeviyekî 48 donimî bi hezaran dar çandine. Apê Şêxmûs got: "Ev der ne ya min e, ya her kesî ye."   * Parêzerên feminîst anîn ziman ku avakirina civakeke demokratîk, girêdayî hemû mafên jina ye û bang li jinan kirin ku ji bo mafên xwe dakevin qadan.    * Kesên li bazarên gel danûstendinê dikin, anîn ziman ku ji ber krîza aborî an ji mesrefên metbaxê kêm dikin an jî ji yên kincan.    * Li Çelê ku bi qereqol, qaleqol û kamerayên "ewlehiyê" hema bibêje veguheriye "girtîgeheke vekirî", bi qedexekirina bazirganiya sînor û zozanan, tê xwestin ku welatî mehkûmî cerdevantiyê bên kirin.    * Heyeta HDP'ê dê ziyaretên xwe yên kampanya "Kar û Nan" ku li Wanê dane destpêkirin di roja 3'emîn de berdewam bike. (08.00-18.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Agiriyê dê 2'emîn Kongreya Asayî bi tevlêbûna Parlamentera HDP'ê Meral Danış Beştaş pêk bîne. (10.00)   * Danişîna doza Rojnameger Hakkı Boltan  dê li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-16.00)   * Hevberdevkên Rêveberiya Herêmên Demoratîk a HDP'ê, dê li Navenda Giştî ya HDP'ê rapora bi sernavê "Rastiyên Qeyûm û Xezpa Vînê" aşkere bike. (11.00)   * Platforma Jinan a Enqereye dê têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Şaxa BES'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Danişîna doza Hevşaredarê Erdîşê Prz. Bayram Çiçek ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, dê li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin. (13.30)   * Şaxa DAD'ê ya Enqereyê dê têkildarî danişîna doza 7 kesên ku sibê derkevin pêşberî dadgehê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00)   * Rêxistina HDK û HDP'ê yên Stenbolê dê li dijî bişaftina çandê û sansurê li pêş Bîrdariya Erdhejê ya Kolana Marmara  ya Avcilarê daxuyaniyê bidin çameniyê. (18.00)