Çelê veguherandine 'girtîgeha vekirî' 2021-02-24 09:02:14 COLEMÊRG - Li Çelê ku bi qereqol, qaleqol û kamerayên "ewlehiyê" hema bibêje veguheriye "girtîgeheke vekirî", bi qedexekirina bazirganiya sînor û zozanan, tê xwestin ku welatî mehkûmî cerdevantiyê bên kirin.  Walîtiya Colemêrgê, di 22'yê Çileyê de li navenda bajêr, navçeya Çelê, Gever û Şemzînanê 12 herêm heta dawiya salê qedexekirin. Ji van herêman 8 jê yên navçeya Çelê ne. Tevî gundan nifîsa Çelê 17 hezar e. Li sînorê Herêma Kurdistana Federe ye. Di salên 1990'î de bi hezaran mirov ji bêgavî koç kirine û gelek gundên wê hatine şewitandin. Lê belê di çend salên dawî de ji ber qereqol, qaleqol û kamerayên "ewlehiyê" hema bibêje navçe veguheriye "girtîgeheke vekirî."    GIRTÎGEHA VEKIRΠ   Navçe, ji ber dorpêçkirinê hema bibêje veguheriye "girtîgeheke vekirî." Hîn jî têketin û derketina gelek gundan girêdayî destûrê ye û gundên serbest jî di bin kontrola eskeran de ne.   Bi Rewşa Awarte re ku piştî hewldana darbeya eskerî ya 15'ê Tîrmeha 2016'an, hat îlankirin rewşa girantir bûye. Li navçeyê bazirganiya sînor bi temamî hatiye qedexekirin û bi qedexeyên dawî yên derbarê zozanan de jî hema bibêje çandin û sewalvanî nemaye. Ji ber vê hejmara kesên ku koç dikin zêde dibe û yên mayî jî cerdevantî li wan tê ferzkirin.    Hevserokê HDP'a Navçeyê Abûbekîr Kanar, rewşa heyî ya navçeyê nirxand.    AMBARGO     Kanar, da zanîn ku tenê li navenda navçeyê 9 dever di destên esker û polîsan de ne û got: "Navçeyê veguherandine girtîgehekê. Bi navê çandinî û sewalvaniyê tiştek nemaye." Kanar, destnîşan kir ku têketin û derketina Geliyê Kazanê di bin kontrola eskeran de ye û kesên li vir dijîn jî kotaya zexîre danîne ber wan. Kanar got: "Ji xeynî kesên ne ji van deran bin, kes nikare biçe van gundan. Hefteyê du caran bi serwîsê tên Colemêrgê an jî navçeyê, lazmatiyên xwe dikirin. Tiştên dikirin jî li gor kotayekê ne. Gava tu zêde bikirî dipirsin, 'tu wan dibî ku?' Têketin û derketina gundan hatiye tecrîdkirin."    PIRSGIRÊKA KURD    Kanar, destnîşan kir ku ji ber ku neçareserkirina pirsgirêka kurd hatiye kûrkirin polîtîkayên ewlehîparêz jî kûr bûne û bi van polîtîkayan tê xwestin ku mirov ji HDP'ê dûr bikevin. Kanar, anî ziman ku sedema sereke ta qedexekirina bazirganiya sînor jî, pergala cerdevantiyê ye û got: "Bi vî awayî dixwazin cerdevantiyê li mirovan ferz bikin. Lê piraniya gel li ber vê radibe."