Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin 2021-02-25 12:06:10   STENBOL - Serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtinê, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin.      Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye, Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana bi hinceta qedexeya 6 mehan hat redkirin.    Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal, piştî 8 salan salan di navbera 2’yê Gulanê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi Ocalan re 5 hevdîtinan kiribûn.