Repbêjê kurd reda xwe ya wijdanî eşkere kir 2021-02-25 12:52:33 SÊRT - Repbêjê kurd Beşîr Tapû yê eskeriya bi darê zorê qebûl nekir, reda xwe ya wijdanî eşkere kir û wiha got: “Ez naxwazim bibim perçeyekî vî şerî qirêj ê tê birêvebirin.” Repbêjê kurd Beşîr Tapû (Gewr) bi dîmeneke ku kişandî û ji saziyên çapemeniyê re şand de diyar kir ku eskeriya bi darê zorê qebûl nake û reda xwe ya wijdanî eşkere kir. Tapû di peyama xwe ya vîdeoyê de wiha got: “Di sala 1991’an de li Çiyayê Herekolê yê Sêrtê li nav malbateke koçer hatim dinyayê. Hêj ez 4 salî bûm di dema operasyonên eskerî de eskeran çadirên me şewitandin, heywanên me kuştin û mezinên me tazîkirin û îşkence kirin. Min şahidiya van tiştan hemûyan kir.   EZ NAXWAZIM BIBIM PERÇEYEKÎ VÎ ŞERÊ QIRÊJ   Dewlet li dijî mirovahiyê sûc dike. Şûna ku azadî, hiqûq û mafê netewan bi parêze mixabin bûye cihê parastina berjewendiyên desthilatê. Desthilat ji bo xwe biparêzin li dijî gelan, xwezayê û mirovatiyê sûc dike. Ji bo parastina xweza, mirovatiyê û ji bo ji polîtîkayên şer ên serweran ku mîlîtarîzmê xwedî dikin re bêjim na mafê xwe yê ‘reda wijdanî’ bikartînim. Şer di kesayet û civakan de rê li ber travmayên bi salan didomin vedike û koçberiyê li civakan ferz dike. Ez naxwazim bibim perçeyekî vî şerê qirêj. Ev ne şerê min e. Şerê ji bo mafê mirovan, heywanan û xwezayê tê kirin tenê hinceteke. Dinyayeke bê şer gengaz e.”   Bi eşkerekirina reda wîjdanî ya Tapû re li Sêrtê hejmara kesên reda xwe ya wijdanî eşkere kirin derket 4’an.