HDP'iyan giliyê Şener û Ozhasekî kirin 2021-02-25 14:44:15   ENQERE - Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Mamakê, giliyê Nedîm Şener û Mehmet Ozhasekî yê AKP'yî ku heqaret li hilbijêrên HDP'ê kiribûn, kir.   Rêveber û endamên rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Mamakê ya Enqereyê ji ber rojnamevan Nedîm Şener û Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Mehmet Ozhasekî heqaret li hilbijêrên HDP’ê kiribûn, serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dan û giliyên wan kirin.