ROJEVA 26'Ê SIBATA 2021'AN 2021-02-26 09:00:24 * Çetîn Yildiz ku li Girtîgeha Tarsûsê ya Jimare 2 a Tîpa F'yê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, ragihand ku heya ku daxwazên wan neyên qebûlkirin dê paş de gav navêjin.  * Li Tarsûsê di sala 2014'an de Riza Bayram di dema mudaxileya polîsan de di çem de wer bûbû û jiyana xwe ji dest dabû. Dozgeriyê derbarê mirina Bayram de biryara neşopandinê dabû. Malbatê serî li AYM'ê dabû û AYM'ê biryara dozgeriyê wekî "binpêkirina mafê jiyanê" nirxandibû. Lê belê dozgeriyê hîn jî tiştek nekiriye û lêpirsîn nedaye destpêkirin.   * Qeymeqamtiya Geverê, qulûbeya hosteyê pêlavan Abdûrrahman Tekînê 66 salî rakiribû. Piştî vê Tekîn jî ji bêgavî ji xwe re konek vedaye û di sar û seqemê de pêlavan temîr dike.    * Serokê Partiya DEVA'yê yê Amedê Cîhan Ulsen, ji bo nîqaşên derbarê qanûneke bingehîn a nû de got: "Îqtidar dixwaze ji xwe re qadine nû yên liv û tevgerê biafirîne."    * Degbêj Yûsûf Mzrak got: "Heya ez sax bim, ez ê dengbêjiyê bikim û dev jê bernedim."    * Endamê Komîsyona Qanûna Bingehîn a HDP'ê Huseyîn Kaçmaz, anî ziman ku qanûna bingehîn a nû, ancax bi peymaneke civakî pêkan e.    * Velî Yildizê 69 salî ku piştî salên dûr û dirêj ji Almanyayê berê xwe da warê xwe Dersimê, ji ber îfadeyên hin kesên ku "sûd ji qanûna poşmaniyê girtine" hat girtin. Parêzerê wî Kenan Çetîn, anî ziman ku girtina muwekîlê wî dijî hiqûqê ye.    * Danişîna doza Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak ên siyasetmedarên kurd dê li Dadgeha Meletiyê were lidarxistin. (10.00-17.00)   * Rojnamevan Rohat Aktaş û Mehmet Yavûzel ê Endamê Meclîsa DBP'ê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin dê li ser gorên xwe werin bibîranîn. (11.00)    * Rêxistina HDP'a Akdenîzê wê kongreya xwe ya sêyemîn li dar bixe. (11.00)   * Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê dê li avahiya HDP'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)    * TJA'a wê li Sêrtê starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bide. (12.00)   * TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li navçeya Hezexa Şirnexê starta 8'ê Adarê Roja Jinan a CÎhanê bide. (13:00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê dê rapora binpêkirina mafan a herêma Egeyê ya 2020'an li avahiya xwe eşkere bike. (14.00)   * Danişîna doza Remziye Yaşar a Hevşaredara Geverê ku girtî ne wê li Dadgeha Colemêrgê were lidarxistin. (14.30)